2'emîn civîna meclisa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

  • 11:51 22 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Ji bo nîqaşkirina rêziknameya jinê û xebatên wê di hundirê meclisa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 2'emîn komcîvîna komîteye amadekar a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Amûdê dest pê kir.
 
Di pêşengtiya rêxistina Kongreya Star li meclisa zagonsaz a navçeye Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo 2'emîn komcîvîna komîteya amadekar a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina xebatên jinê û rola wê dest pê kir. Di komcivînê de jinên  nûnerên tevahî sazî û dezgehên civakî û siyasî û rêxistinên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
 
Berî ku komcivîn dest pê bike deqeyek rêzgiritin ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin paşê dîwan ji 8 kesan hat hilbijartin.   
Li gorî bernameya komcivînê wê belgeyê kar û xebata jinên meclisê were xwendin û di nav de jî wê nêrîna jinê di destûrê Sûriyeya pêşerojê de were nîqaşkirin û rêgez, pirensîba jin û armancên were nîqaşkirin  û li ser were sekinandin.
 
Di destpêka komcivînê de rêziknameya meclisa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin di nava rêzikname de wiha hat gotin: "Di Rojhilata Navîn de gelek pirsgirêkên siyasî,  civakî û fikrî hene. Doza jin jî yek ji wan dozên ku heye niha li benda çareseriyê ye, em jî wekî jinên Sûriyeyê êşa vê pirsgirêkê dikşînin di nava salan de me êşa pergalên deshilatdar kişandiye. Jin ji gelek mafên xwe hatiye dûrxistin  lê di roja me ya îro de jinê zincîrên koletiyê şikandin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan  êdî rêxistina xwe ava bikin, niha jî wekî jin armancên me hîn mezin in em îro bi hev re pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û rêgez û zagonên ku jin diparêze em ji nû ve bi destê jinê bidin nivîsandin. Ji bo wê jî divê ku em fikir û îradeye jinê azad bikin divê em hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi yek destî li hember sîstemên deshilatdar bisekinin û bêjin ku jin azad e." 
 
Niha jî komcivîn bi nîqaşên li ser pirensîba jin û zagonên parastina mafê wê didome.