Piştigiriyên çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Wanê didomin

  • 11:46 22 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatên girtiyan a li avahiya HDP'ê ya Îpekyolu ji aliyê koma 4'emîn ve hatibû dewirgitin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê koma 4'emîn hatibû dewirgirtin di roja xwe ya duyem de didome. Rojbin Akdag a ku di komê de cihê xwe digire wiha got:"Heta ku dîsa mirin çê nebûye divê hemû kes li çalakiya greva birçîbûnê xwedî derkeve."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Piştigiriyên ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê didomin. Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatên girtiyan a li avahiya HDP'ê ya Îpekyolu ji aliyê koma 4'emîn ve hatibû dewirgitin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê koma 4'emîn hatibû dewirgirtin di roja xwe ya duyem de didome. 
 
'Heger tabut ji girtîgehan derkeve ew ê rojên hîn dijwar li pêşiya me bin'
 
Rojbîn Akdag a ku di koma 4'emîn de cihê xwe digire wiha got:"Niha li girtîgehan nêzî 7 hezar rêhevalên me di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên Leyla daxwazên me ne. Ev tecrîda giran ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, ev tecrîd li ser hemû Gelê Kurd e. Loma em jî piştgiriyê didin vê greva birçîbûnê. Em çalakiyek 3 rojî pêk tînin. Heger tabut ji girtîgehan derkeve ew ê rojên hîn dijwar li pêşiya me bin. Heta ku dîsa mirin çê nebûye divê hemû kes li çalakiya greva birçîbûnê xwedî derkeve."