Rojnamegerên jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne
- 09:09 22 Nîsan 2019
- Rojane
Leyla Ayaz
AMED - Rojnamegeriya kurdî û weşangeriya kurd bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir û îro jî bi JIN TV’yê gihaşt asta herî jor. Rojnamegerên jin bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne” têkoşîna xwe ya azadiyê mezin kirin.
22’yê Nîsanê wekî roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Bi daneyên ku hatin kom kirin em ê hûr bi hûr pêvajoya rojanemegeriya kurd û rojnamegeriya jinê birêsin. Di warê rojname, radyo, televîzyon û ajansan de rojnamegerên kurd gavên mînak avêtin. Bi têkoşîn û bedelên mezin nirxên giranbuha afirandin. Di destpêka weşana Rojnameya Kurdistanê de heta îro rojnamegerên kurd di bin polîtîkayên înkar û îmhayê de têkoşîna azadiya çapemeniyê didin. Rojnamegerên kurd hatin qetilkirin û hatin girtin û rastî gelek cezayan hatin.
Qada çapemeniyê wekî qada mêr tê dîtin, lê rojnamegerên jin ên kurd bi tecrûbê û pratîkên xwe yên bi salan ew nêrîn ji holê rakirin. Rojnamegerên jin ên kurd bi berhemên xwe yên serkeftî yên wekî Ajansa Jinê (JINHA) û Jin TV’yê di qada çapemeniyê de serdemeke nû dan destpêkirin û bûn şopdarên pênûsa Gûrbetellî Ersoz, Şîlan Aras, Denîz Firat û Nûjiyan Erhan.
Rojnameya Kurdistanê...
Rojnameya Kurdistanê di dîroka kurdan de cihekî girîng digire. Ji ber ku bingeha rojnamegeriya kurdî wê demê hat avêtin û niha bi hezaran rojnamegerên kurd li pêy şopa Rojnameya Kurdistanê dimeşîn.
Rojnameya Kurdistan di 22’yê Nîsana 1898’an de ji hêla Miqad Mîdhet Bedirxan ve li bajarê Qahîreyê yê Misrê, li sirgûnê dest bi weşanê kir. Piştî zextên Osmaniyan ji neçarî gelek cih guhert. Rojnameya Kurdistanê ji bo weşana xwe bidomîne berê xwe da Ewropayê û wekî li Cenevre, London û Folkstonê weşana xwe domand. Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an heta 9’an li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji ya 20’an heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an heta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û ji hejmara 30’î heta 31’ê dîsa li Cenevreyê hatin çapkirin û weşandin. Di 13'ê Nîsana 1909'an de rojnameya "Kurdistan" ji aliyê Osmaniyan ve tê girtin.
Weşangeriya kurdî li sirgûnê hebûna xwe berdewam kir
Di sala 1932'an de li Şamê kovara bi nav û deng Hawar dest bi weşanê kir, di dîroka rojnamegeriya kurdan de vê kovarê guhertineke mezin kir. Hawar bi tîpên latinî dest bi weşanê kir û cara yekem bû ku bi elfebeya latînî, kurdî hat ceribandin. Bi Hawarê edî kurdî xwe ji elfebeya erebî rizgar kir. Bi Hawarê Kurdî bi taybetî Kurmancî û dimilî derbasî tîpên latini bibûn ku niha jî piranî ev elfebeya ku Celalat Elî Bedirxan destnîşan kiribû tê bikaranîn û di rojnamegeriya kurd de jî bû pêngaveke mezin. Her wiha ji bo rojnamegeriya jina kurd jî Kovara Jîn jî girîng bû û di sala 1918’an de hat weşandin, lê di dîrokê de zêdetir cih negirt. Her wiha di navbera salên 1932'yan û 1950'an de jinên kurd di çapemeniyê de wekî nivîskar û rêveber cih girtin. Her wiha di salên 80’iyan û salên 90'î de jî rojnamegeriya jinê li gel zext û zordariyan dîsa dom kir lê nehat nasîn.
Di van salên ku em bahsê dikin de dem bi dem rojname û kovarên bi kurdî hatin çapkirin. Lê ji ber şertên wê demê nedigihişt destê gelek kesan. Tenê hin derdoran dikaribûn ji weşanên bi kurdî sûdê werbigirin. Her wiha wekî niha di salên borî de jî çapkirin û belavkirina rojname û kovaran bi pirsgirêk bû. Gelek weşanên bi kurdî li derveyî welat dihatin çapkirin. Gelek wêşanên bi zimanê kurdî ji ber qedexeyên Tirkiyeyê piştî demeke kurt nehatin weşandin. Ji ber vê sedemê jî rojnamegeriya kurdî di nav van şert û mercan de gelekî bi pirsgirêk bû.
'Erîvan xeber dide, guhdarên ezîz'
Di dîroka ragihandin û rojnamegeriyê de radyoyê jî roleke mezin lîst. Lê wê demê radyo û televîzyonên ku bi kurdî weşanê bikin tûne bûn. Dema Radyoya Êrîvanê di sala 1955’an de bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir bandoreke mezin li ser Gelê Kurd kir û bi hezaran kes bi radyoyên xwe yên biçûk li ode, li ser banê xaniyan û li kolanan disekinin û dixwestin guhdarî radyoyê bikin. Her wiha Radyoya Erîvanê ya li Ermenistanê û Radyoya Bexdayê ya li Iraqê weşana xwe kirin. Piştre radyoyên wekî Urmiye, Kirmanşah û Tehranê jî dest bi weşana bi kurdî kirin. Lê ya herî bi bandor di nava kurdan de radyoya Erîvanê bû. Di destpêka weşanên xwe de tenê heftê rojek 15 deqeyan nûçe dihat dayîn. Nûçeyên ku ji hêla Keremê Seyad û Gulîzera Casim ve dihatin dayîn hêj nehatine jibîrkirin; “Em ji Erîvanê xeber didin, guhdarên ezîz, niha hûn ê bibîzin deng û behsên teze” dihat dayîn. Ji ber ku axaftina bi kurdî qedexe bû, bi zimanê kurdî nûçe guhdarkirin gelek bi wate bû.
Dibistana gel: Rojnameya Welat û Azadiya Welat
Li bakûrê Kurdistanê, rojnamegeriya kurdî herî zêde bi rojnameya yekane ya bi kurdî Welat û Azadiya Welat bi pêş ket. Gelek kesî rojnemeya bi kurdî wekî dibistan dît û bi rojnameyê hînî xwendin û nivîsandina bi kurdî bûn. Yekemîn rojnameya bi kurdî Welat rojnameya heftane di 22’yê Sibata 1992’yan de dest bi weşanê kir, jê 115 hejmar hatin weşandin. Welat di sala 1994’an de ji ber pêkutiyên dewletê û tengasiya aborî neçar ma û hat girtin. Welatê Me di sala 1995’an de dest bi weşanê kir û 46 hejmar derket. Rojnameya Azadiya Welat di 21’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê dîsa wekî heftane dest bi weşanê kir.
Di dîroka Rojnamegeriya Kurdî de cara yekemîn di 15’ê Tebaxa 2006’an de Azadiya Welat rojane weşangerî kir û di dîrokê de cih xwe girt. Dema weşana rojnameyê dihat rawestandin, bi navê wekî Hawar, Rojev, Rojeva Welat, Welat, Dengê Welat, xwendevanên kurdîhez bê rojname nedihişt. Beramberî hemû zext û zordariyan dîsa jî rojnameygeriya kurdî paşve gav neavêt. Azadiya Welat di 10’emîn salvegera rojanebûna xwe ya rojnameyê de ji aliyê AKP’ê ve hat girtin. Piştre rojnameya Welat derket, lê ji ber ku matbaayên rojname çap dikirin hatin tehdîtkirin, rojnameme nehat çapkirin. Êdî ji bo rojnameya kurdî û rojnamegeriya kurdî merheleyeke nû dest pê kir. Niha bi e-rojnameyê ango bi rojnameya dîjîtal weşana xwe berdewam dike. Rojnameya Welat û Azadiya Welat li Kurdistan, Tirkiye û li Ewropayê tekane weşane ku tenê xarû bi zimanê kurdî weşanê dike. Her wiha bi sedan kes bi saya rojnameya bi kurdî hinê rojnamegeriya bi kurdî bûn.
Med TV qonexeke nû bû
Her amûreke ragihandinê di pêşketin û tecrûbeyên rojnamegeriya kurdî de girîng bû. Kurd di qada televîzyonê de jî gavên mezin avêtin û pêşve çûn. Med TV ji bo gelê kurd û rojnamegeriya kurd bû merheleyeke herî girîng. Med TV'ê di 15'ê Gulana 1995'an de li Londonê dest bi weşana xwe kir. Her çikas hin televîzonên Kurdî li Herêma Federal a Kurdistanê hebin jî ne satalytî bû û tenê herêmî weşana xwe dikirin. Med TV sînorên di navbera perçeyên Kurdistanê de rakirin û gaveke mezin di dîroka çapemeniya kurdî de avêt. Ji destpêkê heta dawiyê Med TV bi zextên dewleta Tirk re rû bi rû ma. Bi zextan lîsansa Med TV di Nîsana 1999'an de hat betalkirin û weşana wê hat rawestandin. Ji bo kurdan rojeke tarî bû lê, ji bo vekirina televîzyonek din jî bû tecrûbeyeke mezin. Li pey girtina Med TV di demeke kurt de CTV cihê wê tije kir, li ser wê ekranê bi awayê test bername û nûçeyên xwe belav kir. Lê di Hezîrana sala 1999’an de Medya TV vebû heta sala 2004’an weşana xwe berdewam kir. Vê carê jî Roj TV û Mezopotamiya TV hat û valatiyên wan ên tv yên ku hatin girtin tijî kir. Di destpêka sala 2012'an de lîsansa Roj TV jî ku li welatê Danîmarkayê bû, hat betalkirin. Piştre doza ragehandinê li Stêrk TV, Nûçe TV, Med Muzîk, Aryen TV, Çira TV û Newroz TV vebûn. Ev televizyon ji bo Herêma Federal a Kurdistanê jî bû pêngavek û gelek televîzyon hatin vekirin. Destpêka Med TV'yê bû dest pêka pêşketina televîzyonên bi kurdî. Nîha jî Medya Haber, Stêrk TV, Aryen TV, Med Muzîk, Çira TV, Ronahî TV û hwd. bi tecrûbeyeke mezin weşanên dikin. Çend amûrên ragihandinê zêde û pêşketibîn jî rojnamegerên kurdî wekî her dem di nava zext û zehmetiyan de rola û mîsyona xwe list.
Ji rastiyan tu demê tawîz nayê dayîn: DÎHA
Di nav Çapemeniya Azad de rol û mîsyona Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) nayê ji bîrkirin. DÎHA di 4'ê Nîsana sala 2002'yan de, bi dirûşma "Ji rastiya tu demê tawîz nayê dayîn" dest bi rewîtiya rojnamegeriyê kir. DÎHA, di rojnamegeriya kurdî de, ji rêgezên çapemeniyê tawîz neda û li dijî hemû cûreyên sansurê têkoşîneke bi hempa da. Bi sedan kes bi DÎHA’yê re rojnamegeriya azad çawa tê kirin hîn bûn. Di 14 salan de bi awayekî mudaxaleyî hişmendiya çapemeniya Tirkiyeyê kir û bû dengê çapemeniya muxalif. Di 29'ê Cotmeha 2016'an bi daxwaza hikûmeta AKP'ê bi Biryarnayeya Di Hukmê Qanûnê de DÎHA hat girtin. Dîhhaber bû şopdarê DÎHA’ê û bi dirûşma ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ hat avakirin, lê di 25’ê Tebaxa 2017’an de bi KHK’ê hatin girtin. Di 20'ê Îlona 2017'an de ajansa nûçeyan a bi navê Ajansa Mezopotamya dest bi weşanê kir û xwest valatiyê tijê bike.
Gurbetellî Ersoz, Şîlan Aras û JINHA
Jinên kurd di televizyon, radyo, kovar û rojnameyan de bûn kedkarên herî mezin. Gelek tecrûbeyên jinan di qada çapemenî û ragihandinê de çêbûn. Rojnameger û kedkarên jin her çend ku keda wan nehat dîtin jî dev ji xebatên ragihandina rastiyê bernedan. Di pêvajoya herî zehmet de Gurbetellî Ersoz rojnamegerî kir û cara yekemîn li Tirkiyeyê rêveberiya weşana giştî kir. Gurbetellî bi cesareta xwe her tim rastî nivîsand. Bi sekna xwe ji rojnamegerên jin re bû mînak û di nav dîroka çapemeniya kurd de bû sembolek. Bi sedan rojnamegerên jin li ser mîrateya wê rojnamegerî kirin û ji tecrûbeyên wê sûde digirin. Rojnamegerên jin bi hînbûnên xwe ya bi salan car din penûsên xwe girtin, ketin ser şopa heqîqetê û yekane ajansa jinê vekirin.
Rojnamegerên jin bi dirûşma ‘Bêyî ku em bibêjin mêr çi difikirin em dinivîsin’ di 8’ê Adara sala 2012’an de li Amedê ajansa jinê JINHA ava kirin. Rojnamegerên jin xeyala Şîlan Aras bi cih anîn. Pênûsa Şîlan û Gurbetellî girtin û sînor û dîwarên ku li dora jinê hatî avakirin hilweşandin. Ajansa jinê ne tenê ajanseke nûçeyan bû û di heman demê de bû parçeyeke têkoşîna jinê. Ji kamera heta hesabgiriyê, ji edîtorî heta teknîk, dîtbarî û nivîskî li her qadê rol girtin. JINHA bû dengê bêdengan û bû dibistana rojnamegeriya jinê.
JINHA di 29'ê Cotmehê sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hate girtin û deriyê ajansê hat mohrkirin. Lê şopdarên Gûrbetellî Ersoz, Şîlan Aras, Denîz Firat û Nûjiyan Erhan ranewestiyan û di cihê ku mayîn de dest pê kirin. Di 5’ê Kanûnê sala 2016’an de Rojnameya înternetê ya jinê Şûjin dest bi weşanê kir. Şûjin bi dirûşma “Di zimanê medyayê de, bi niyeta şûjin e” dest bi xebatên xwe kir. Lê di 25’ê Têbaxê sala 2017’an de bi KHK’ê hat girtin. Bi heman mîras û heman zanebûnê di 25’ê Îlonê sala 2017’an de bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne’ Jin News hat avakirin û ji cihê ku nîvco mabû de dîsa dom kirin.
Dengê Jinê, Rûyê Jiyanê: Jin TV
Jinên kurd bi tecrûbeyên xwe gaveke dîrokî avêtin. Bi dirûşma “Dengê jinê, rûyê jiyanê” di 30’ê Hezîranê 2018’an de JIN TV dest bi weşana xwe kir û bû deng û rûyê jinê. Di 8’ê Adara 2018’an de weşana testê kirin. Jin TV ji aliyê Weqfa Jinan a Newa ve di 9’ê Çileya salvegera qetilkirina siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hat avakirin. Tenê ne ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê vekirina televîzyoneke bi vî rengî girîng bû. Jiyan, deng û rengê jinê bi her awayî bi riya televîzyona jinê zelaltir bû û hebûn û rengiyaniya jinan a di nav civak û jiyanê de tê ragihandin. Jin bi rojnamegerî û weşangeriya xwe, li dijî kodên zayendparêz ên civakî şer dike û nirxên jinê nîşan dide.
Zext û zordariya li ser çapemenî û rojnamegeran
Piştî ‘derbeya 15’ê tîrmehê bi îlankina Rewşa Awarte (OHAL) desthilatdariya heyî dest pêkiri û welat bi Biryarên di Hukmê Qanûdê de (KHK) bi rêve bir. Di nîvê şevan de bi derxistina KHK'yan civak û derdorên muxalîf hedef hat girtin. Bi KHK’ ekranên 12 televîzyonan hatin reşkirin û dengê 11 radyoyan hat qûtkirin. Azadî TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, VanTV, Dogu Radyo, Gun Radyo, Ozgur Radyo, Radyo Rengîn, Radyo Karacadag, Radyo Ogzur Guneş, Radyo Ses, Radyo Dunya hwd. hatî girtin. Bi sedan rojnameger hatin mexdûrkirin. Lê rojnamegerên ku di saziyên çapemeniyê dixebitin bi girtinan re paşve gav neavêtin. Li dijî girtîn, binçavkirin, zext û zordariyan li qadan biryarbûna xwe ya ragihandina ji rastiyê tawiz nedan.