Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca: Em ê bibin hêza çareseriyê
- 09:01 22 Nîsan 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
QERS - Ji Hevşaredarên Qersê yên HDP’ê Şevîn Alaca ku piştî mazbata gitin dest bi peywira xwe kir wiha got;“ Şaredariya Qersê bi armancên cuda hatiye bikaranîn, hemû hesabên şaredariyê hatine blokekirin û hatine hecizkirin.”
Yek ji bajarên ku di hilbijartinan de herî zêde hat axaftin Qers bû. HDP’ê li Qersê ji sedî 29,58 deng girt.Hevşaredarên HDP’ê yên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen mazbatayên xwe girtin û dest bi peywirê kirin. Şevîn Alaca atmosfer û encamên hilbijartinê nirxandin.
‘Li tevî hemû astengiyan encam neguherî’
Şevînê anî ziman ku, di pêvajoya hilbijartinê de tevî hemû astengî û zextan biryara gel neguherî û wiha axivî;” Di pêvajoya hilbijartinê de li dijî hemû şert û mercên hewayê yên sar gelên me bi me re bûn û piştgiriya xwe kêm nekirin. Em bi vê wesileyê ji ber keda gelê xwe ji gelê xwe re slav û spasiyên xwe pêşkeş dikîn. Em pê bawer bûn ku wê 31 adarê bibe roja gihertinê li Qersê. Bêgûman heta niha kîjan soz me ji gelê xwe re dabe, em ê pêk bînîn. Em ê Qersê ji nû ve ava bikîn. Em ê bi jinan û ciwanan re rêve bibîn. Ji bo gelê Qersê 31’ê Adarê girîng û bi wate bû. Niha li bajêr gelek pirsgirêk hene. Gel bi van pirsgirîkan re rû hatine hişitin. Gelan bi vê zanebûnê li ser sindoqan biryara xwe da. Gelan 5 sal anîn ber çavên xwe û dan zanîn ku ger piştî 5 salan heman hişmendî Qersê rêve bibe, wê Qers têk biçe. Me ji di hilbijartinê de bi vê zanebûnê dest bi xebatên xwe kir. Tevî hemû astengiyan em bi ser ketîn. Ji girtinan heta ku binçavkirinan xwestin pêşiya xebatên me bigirin, lê ev hewledan bê encam man. Bi gotinên HDP qezenc bike wê dîsa qeyyûm bên xwestin hişê hilbijêrên me tevlîhev bikin, lê encam neguherî û gel tercîha xwe HDP kir.”
‘Me ji hemû gelên Qersê deng girtin’
Şevînê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji her gelê Qersê deng ji HDP’ê re girtin û wiha dom kir;” Qers bajarekî kozmopolîtîk e. Gelek bawerî û nasname bi hev re dijîn. Gava ku em lê dinêrîn di navbera gelan de pêvçûnên neqebûlkirina hebûna hevdû tune ne. Kesên ku pêşî li pevçûnan vedikin siyasetmendar in. Bi polîtikayên nijadperestî xwestin ku îktîdara xwe biparêzin. Lê gelan di 31’ê Adarê de bersiva van polîtikayan dan. Bi HDP’ê re ev hişmendî li Qersê têk çû. Gel pê bawer e ku dê bi HDP’ê biguhere. Me ne tenê bi hilbijêrin kurd, me ji ecem,tirk û terekemenan jî deng girt. Ev deng ji hejmareke gelek bilind bû. Baweriya gelên li vir dijin bi HDP’ê heye. Ji ber wê ji vîna xwe li ser sindoqan nîşan dan. Em ji bo xîzmetê amade ne. Her xebat û projeyek me wê ji gelên Qersê re bibe hêvî.”
‘Hemû hesabên şaredariyê bloke bûne û hatine hecizkirin’
Şevînê bal kişand ser rewşa şaredariya Qersê û got ku şaredarî di bin deynan de hiştine û wiha pê de çû;” Piştî ku me mazbatayên xwe hildan, peyvira me bi fîîlî dest pê kir. Destpêkê me rewşa şaredariyê tespît kir. Ji ber ku têkîldarî nebaşiya şaredariyê pir zêde gotin hebûn. Ev gotin çiqas rastin me xwest em destpêkê van tespît bikîn. Rast bû rewşa şaredariyê ji van gotinan zêdetir xerabe bû. Pirsgirîkên aborî pir zêde hene. Niha hemû hesabên şaredariyê bloke bûne û hatine hecizkirin. Ji pêdiviya şaredariyê zêdetir personel hatine bicihkirin. Mûçeyê wan ev 3 meh in nehatiye dayîn. Em bi van neyiniyan re rû bi rû ne. Şaredarî bi armanceke cuda hatiye bikaranîn. Ev hemû yek bi yek dê bên lêkolînkirin.”
‘Ji îro şunde em ê ji her pirsgirîkan re bibîn hêza çareseriyê’
Şevînê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ji bo xîzmeta gel hatine û got ku wê 5 salan bênavber ji gel re bixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî ;” Tevî hemû neyiniyan me dest bi xebata xwe kir. Gelaşa ku bi mehane nehatiye komkirin heye. Me xebatên xwe bi komkirina vê gelaşê da destpêkirin. Gelê me bi HDP’ê bawer e. Ji îro şunde em ê ji pirsgirîkan re bibîn hêza çareseriyê. Di demek nêz de wê xebatên me yên mezintir dest pê bikin.”