ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN

  • 09:00 22 Nîsan 2019
  • Rojev
*Ji Hevşaredarên Qersê yên HDP’ê Şevîn Alaca ku piştî mazbata gitin dest bi peywira xwe kir  wiha got;“ Şaredariya Qersê  bi armancên cuda hatiye bikaranîn, hemû hesabên şaredariyê hatine blokekirin û hatine hecizkirin.” BI DÎMEN
 
*Medya Çinar ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî, nameya wê ya herî dawî nivsiye derket holê.  Medya di nameya xwe ya ku ji  pismamê xwe yê di girtîgeha Menemen a Îzmîrê Ahmet Başboga re nivîsiye de wiha dibêje: “Ev berxwedan gihiştiye serkeftinê, serkeftin her tim ya berxwedêran e, wê dîsa ya berxwedêran be.”
 
*Rojnamegeriya kurdî û weşangeriya kurd bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir û îro jî bi JIN TV’yê gihaşt asta herî jor. Rojnamegerên jin bi dirûşma “Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne”  têkoşîna xwe ya azadiyê mezin kirin. 
 
*Li Akademiya Jineolojiyê ya Hesekê 25 jinên  ciwan ên ji saziyên civakî yên Rojava perwerdeyê dibînin.
Li Akademiya Jineloji ya taxa Mişêrfê ya Kantona Hesekê dewreyek perwredê dest pê kiriye. Ji saziyên Rojava 25 jin tevlî dewreya di bin dirûşma "Pêşengtiya jinê şikandina tecrîdê ye" bûne. Roja ku me nûçeya dewreya perwerdê amade dikir ji waneya Zozan Sîma hebû.  Rêvebera jinelojî  Zozan Sîma perwerde li ser rola jinê di felsefeya ol û zanistanê de dida.
 
*Zarokên ji ber betonê qada wan a lîstikê nemaye, neçar dimînin di nav çar dîwaran de dema xwe derbas bikin.  Zarokên Erdîşê bi germbûna hewayê re derketin derve û bi axê pêlîstokên afîner derxistin holê. BI DÎMEN
 
*Kereng û stîrî ya li zozanên Derecîk a Colemêrgê tê komkirin, li bazarên taxê li ser tezgahan cihê xwe girt. Gel eleqeyek mezin nîşanî nebatên ji bo tenduristiyê baş e, dide. BI DÎMEN
 
*Endama UPWC Abeer Abu Khderî, diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên li Tirkiyeyê didomin  û wiha got: “Girtiyên siyasî yên girtîgehên Tirkiye û Fîlîstînê ne sûcdar in, tenê bi doza xwe bawer dikin. Di têkoşîna xwe de mafdar in.  Divê kesên li derve jî piştgiriyê bidin daxwazên wan.”BI DÎMEN
 
*Jinan diyar kirin ku neronîkirina rewşa bi guman a der barê mirina Rabîa Naz de hesta edeletê ya di civakê de têk biriye lê gel li her derê bertek nîşanê vê dide û bang li hemû kesî kirin ku xwedî li vê dozê derkevin. BI DÎMEN