Li Gebzê malbat bi erdê re hatin kaşkirin
- 16:57 21 Nîsan 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Polîsan carek din mudaxileyî malbatên girtiyan ên îro jî xwestin li ber Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin kirin. Polîsan carek din malbat asteng kirin, bi erdê re kaş kirin û bi lêdanê binçav kirin.
Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 13’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobetê pêk bînin. Malbat li cihekê nêzî girtîgehê kom bûn û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnêxê Nûran Îmîr jî piştgirî da malbatan.
Malbat ji bo ku biçin ber girtîgehê dest bi meşê kirin, lê polîsan pêşiya malbatan girtin. Polîsan ji malbatan re gotin “biryara walîtiyê heye, hûn nikarin li vê qadê çalakiyê li dar bixin. Qedexe ye.” Malbatan bersiv dan gotinên polîsan û gotin: “Em di vê mijarê de bi israrin. Em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em mafê yê zarokên xwe diparêzin.”
Malbat hatin dorpêçkirin
Polîsan dûre dayikên ku xwestin bimeşin kirin dorpêçê, Hevseroka HDP’ê ya Naveçeya Gebzê Damla Bagci û rêveberê bajêr Oktay Erol bi nçav kirin. Polîsan di heman demê de xwestin Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî binçav bikin. Malbatên di dorpêça polîsan de, piştî binçavkirinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, diyar kirin ku heta hevalên wan neyin berdan ewê çalakiya xwe dewam bikin. Polîsan li ser vê yekê gotin dê îfadeyên hevalên wan bên girtin û dûre bên berdan.
Bi erdê re kaş kirin
Piştî demekê polîsan êrîşî çalakiya malbatan kir, malbat derp kirin, bi erdê re kaş kirin û binçav kirin. Di dema mudaxileyê de, parlementera HDP’ê Nuran Îmîr ji ser hişê xwe çû û ket erte. Nuran a rakirin nexweşxaneyê, rewşa tenduristiya wê başe.
Hat diyar kirin ku malbatên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Gebzeyê.