Li Srî Lankayê hejmara kuştiyan 200 kes derbas kir

  • 16:50 21 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - i Srî Lankayê di dema ayînên Paskalyayê de heşt êrîşên bi bombeyan hatin kirin. Di êrîşan de ji  200 kesî zêdetir hatin kuştin.
 
Li Srî Lankayê di encma êrîş li dijî dêran û  di heman demê de li oteleke nêzî paytextê di teqîna ku pêk hat de teqînek pêk hat de gelek kes hatin kuştin. Di heman demê de  li taxa Orûgodawattê ya Colomboyê jî êrîşeke xwekuj hate kirin û 3 polîs mirin. Polîsan diyar kirin ku kesên xwekuj herî kêm tevlî du êrîşan bûne.
 
Li gorî bîlançoya nû herî kêm 207 kes mirine û bi sedan kes birîndar bûne.
 
Wezareta Parastinê jî heta demeke ne diyar qedexeya derketina derve ragihand. Wê rojên Duşem û Sêşemê jî dibistan girtî bin.
 
Hê kesî êrîş negirtiya ser xwe. Ev êrîş bi awayekî koordîne hatine kirin. Hate diyarkirin ku li paytextê di malekê de 7 kesên gumanbar hatine binçavkirin.