Ji bo gelê Rojhelatê Kurdistanê Heyva Sor a Kurd alîkarî kom kir
- 16:34 21 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Heyva sor a Kurd hemleya komkirina alîkariyê ji bo Kurd Rojhilatê Kurdistanê yên ku ji ber barîna baranê ya zêde malên wan hilweşîyan, da destpêkirin.
Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber lehiyê malên wan hatine hilweşandin û zerar dîtine hemleya alîkariyê da dstpêkirin. Têkildarî mijarê hemşîreya jin û endama Heyva Sor a Kurd a navçeya Tirbespiyê Semîra Hesen gotin ku Gelê Cizîrê alîkariyeke baş ji bo Rohilatê Kurdistanê kiriye.
Semîra got: "Ev 4’ rojin me ji bo Gelê Rojhilatê Kurdistanê ev hemle daye destpêkirin. Berşdar bûna gelê me yê Herêma Cizîrê ji bo alîkariya pir xurt bû. Divê ku her çar parçeyên Kurdistanê xwedî li hev derkevin."
Hemle heta roja pênşemê li hemû bajarên Herêma Cizîrê wê bidome.