Gelê Efrînê bi israrek mezin berxwedana xwe berdewam dike

  • 15:36 21 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi sedan gelê Efrînê û Şehbayê di bin diruşma"Avakirina dîwarên di navbera Şehba û Efrînê de parçekirina xaka Sûriyê ye" meşek li gundê Keştaer li dar xistin û berê xwe dan nokteya Rusan bi armanca vegera Efrînê.
 
Bi yek rihî û yek diruşmeyî" An Efrîn an Efrîn" gelê Efrîn û Şehbayê bi meşekê êrîşên Tirkye li dijî Efrînê şermezar kirin û bi coşek mezin berê xwe dan noqtaya Rusan bi daxwaza derketina dagirkeriya dewleta tirk ji Efrînê. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê û pankerta bi nivîsa"Na ji bêdengiya dewletên Navneteweyî re  ji êrîşên Tirkye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê" hatin hilgirtin.  
 
Careke din name hat şandin
 
Gelê Efrînê berî çend rojan nameya xwe ji dewleta Rus re şand.  îro jî şande derbasî gel Rusan bûn û bi qasî saetekê nîqaş hat kirin, di nîqaşê de gotin em ê careke din nameyên we raghînin ji dewleta Rusiya re û bersivekê bidin , li ser navê şandeyê Şaziye Ibrehîm got: Ger tu bersiv ji dewleta Rusyayê neye derbarê dagirkirina Efrînê de, em ê bang li hêza Sûriyeya Demokratîk QSD ê û hêzên hevpeyman li diji terorê kirine bikin ji bo rizgar kirina Efrînê ji dewleta tirk.
Lê heta tu besiv ji dewleta Rusyayê neyê gel berxwedan û çalakiyên xwe wê li dar bixe   Gelê Efrînê dibêje em ê axa xwe  ji dewleta tirk re nehêlin bila herkes wê baş bizane."