Hediye Yûsif: Hêza gel wê pêşîya dagirkeriyê bigire
- 14:29 21 Nîsan 2019
- Rojane
Sozda Oremar
ŞEHBA - Îdiayên ku Rûsya li ser Şehbayê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û wê hêzên xwe ji Til Rihfatê bikişîne di rojevê de ne. Endama Kongreya Sitar Heydiye Yusuf, diyar kir ku bi peymanên hatine çêkirin re tê xwestin herêma Şhebayê bê valakirin û ev tişt got: "Lê gelê me wê ji azadiya xwe gavê paşve navêje û vê yekê qebûl neke."
Rûsya dixwaze hêzên xwe ji navçeya Til Rifat a Kantona Şehbayê ku girêdayî Bakurê Sûriyeyê û gelê Efrînê di dema êrîşên Tikriyeyê de koçî wê kirye bikişne. Rûsyaya ku niha dixwaze hêzên xwe ji Til Rifat bikişîne, beriya vê jî hêzên xwe ji Efrînê kişandibûn û bajar bi êrîşên Artêşa Tirk yên di 20'ê Çileya 2018'an û komên girêdayî wê re rûbirû hiştibû. Ger ku Rûsya hêzên xwe ji herêmê bikişîne dibe ku gelê ji mecbûrî koçberî Til Rifat û Şehbayê kir bi êrîşeke nû re rûbirû bimîne.
Di rewşeke wiha ku pêk bê de jî nêzî 25 hezar Efrînî, wê ji Kantona Şehbayê cara duyem bên koçberkirin.
Îdiayên ku Tirkiye bi Rûsyayê re li hev kirine
Li navçeyê niha meclisek û 15 komunên ku ji aliyê gelê Şehbayê ve hatine damezrandin hene. Navçe ji ber ku nêzî sînorê Tirkiye di navbera bajarên Mare û Ezazê de ye heta niha gelek caran bi êrîşên Tirkiyeyê re rûbirû maye. Di encama van êrîşan de di nav wan de zarok jî heyî gelek sivîl hatin qetilkirin. Niha li Til Rifatê li gel hêzên Rûsyayê, nokteyên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê û Îranê jî hene. Niha tê îdakirin ku Rûsya bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û ji ber vê dixwaze hêzên xwe ji herêmê bikişîne.
Endama Koordinasyona Kongreya Star Hediye Yûsif derbarê rewşa dawî li herêmê pirsên ajansa me bersivandin: "Berpisiyarê yekem ji êrîşên li ser Efrînê Rûsiya ye, Ji bo tfaqên bi Tikriyeyê re tên kirin Rûsya dixwaze Tirkiyê bi riya valakirina herêmê razî bike. Lê li gel van hewldanên qirêj berxwedna gel her roj bilindtir dibe."
*Berpisiyarê yekem ê êrîşên li ser Efrînê kî bû?
Dema êrîş li ser Efîrnê çêbûn, nokteyên Rûsan qaşo li wir hebûn û xwe wekî wê li pêşiya êrîşên tirkan bibin asteng didan nîşandan. Lê belê di rastiyê de rus û tirkan li hev kirin hêzên Rusyayê ji Efrînê derketin û gelê Efrînê bi komkujiyan re rûbirû hiştin. Asîmanê Efrînê ji balaferên dewleta tirk re vekirin. Ya rast ew e ku Rusyayayê berpirsiyara yekem a êrîşên li ser Efrînê ye. Niha jî ger pilanek hebê ku nokteyên Rûsan paşve biçin, armanca wê jî qetilkirin û şerpezekirina gelê ji Efrînê koçber bûye. Her wiha ev tê wateya ku wê hîn zêdetir dewleta tirk xaka Sûrieyeyê dagir bike."
*Heta niha tu hevdîtina we bi Rusyayê re çêbûye?
Heta niha gelek hevdîtinên me bi Rûsya re çêbûne, Berî dagirkeriya li ser Efrînê hevdîtin hebûn, hevdîtinên fermî gelek caran çêbûne. Şandeyên me yên fermî bi Rûsya re hevdîtin çêkirin, heta niha jî hevdîtin didomin. Berê Rûsya xwe weke hêza misoger dida nîşan dan, lê belê paşê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya. Niha jî pirsgirêkek sereke heye ew jî Idlib e. dixwazin hevkariya bi Tirkiyeyê re li vir bi dest bixin. Ji bo li ser Idlîbê hemeleyek pêk bînin. Loma dixwazin Tirkiyê razî bikin û ev yek jî li ber bi çav e."
*Nameya gelê Efîrnê Çi ye?
Çawa Rûsiya bû sedema dagirkeriya Efrînê divê ku ew jî rola xwe bilîze ji bo vegera wê û wiha dom kir: "Gelê Efrînê li Şehba di nava çalakiyan de ye du caran li ber navendên Rûsiyeyê yên li Şehba çalakî kirin û bi deh hezaran gel herikîn. Du caran name ji Pûtîn re hatiye şandin. Di van nameyan de daxwazên gelê Efrînê hene. Heta niha bersivek ji Rusya nehatiye. Gel li Şehbayê jî û herî zêde li Efrînê hîn zêdetir di nav şert û mercên xirab de ye. Her roj binpêkirina mafên mirovan li Efîrnê tê kirin û her kês bêdenge.
*Di rojên pêşiyê de hûn ê diplamesiyeke çawa bimeşînin, hevdîtinên we bi rêjîma Sûriyê re hene?
Bêriya demekê hevdîtinên fermî bi rêjma Sûriyeyê re çêbûn! Ji bo em pirsgirêka Sûriyê bi giştî çareser bikin, daxwaziyên gelê me û projeyên xwe me pêşkêş kirine. Li ser esasê Pirojeya Netewa Demokeratîk me diyalog danî. Nîqaş, giftego li ser şêwazên çareseriyê hatin kirin. Ev demeke ev nîqaş hatine rawestandin. Bê gûman rola Rûsiyayê di vir de heye. Ji ber rewşa Idlibê tê nîqaşkirin. Dîsa civîna Astanayê tê nîqaşkirin. Lê belê em bi israr in, xwedî biryar in ku em ê hevdîtinê û diyalog bi rejma Sûriyeyê re deynin. Ji ber ku esas ev pirsgirêk dê bi rejîma Sûriyê re were çareserkirin. Axa ku Tirkiyeyê dagir kirye axa di nav sînorê Sûriyeyê de ye, Ezaz, Celablûs, Bab, Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne, lewra em ê ji bo ku Sûrîye neyê parçekirin bixebitin."
Daxwaziya Gel çi ye?
Daxwaza gelê me ji Rejima Sûriyê ku li axa di nav sînorê wê de ye xwedî derbikeve. Em jî wek gelê heremê dibêjin ku di encama Tîfaqên hatin kirin de Efrîn hat dagirkirin. Pirojeya me pirojeya demokrasiyê ye, yekîtiya Sûriyê diparêze. Ji ber ku niha qrîza navneteweyî û herêmî di encamê de Sûriyeyê parçe dike dê bi Sûriyê bide windakirin. Ji bo vê jî pêwîst e dewleta Sûriyeyê li gor berjewendiyên gelê xwe tevbigere. Li projeya demokratîk vegerê ji bo rê li pêşiya parçebûnê bigire, her wiha pirsgirêka gelan li Sûriyeyê bê çareserkirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk û nûjen divê rejima Sûriyê xwedî li erka xwe derkeve. Em amade ne bi dewleta Sûriyê re bikevin diyelokê. Em bang li dewleta Sûriyê dikin Û em dibêjin Sûriye ber bi parçe bûnê ve diçe. Erda Sûriyê tê dagirkirin. Ji bo wê jî em dibêjin bila Sûriye xwedî li eraka xwe derkeve. Ji bo yekîtiya Sûriyeya demokratîk ev pêwîst e."
Berxwedaniya gelê Efîrnê di çi astê de ye?
Gelê me yê Efrînê ku koçberî Şehbayê hat kirin ji bo berxwedanê li vir in. Ev salek û meheke gelê me bi israra vegera Efrînê û rizgarkirina Efrînê li vir li ber xwe dide. Dîsa gel hêza rizgariya Efrînê, hêza xwe bi tenê nahêle û çalakiyên ku tên kirin hêzek mezin didin gel. Ji ber wê jî her ku diçe berxwedanA gel mezintir dibe, wê asta çalakiyê ji bo Efrînê tên kirin bilnidtir bibe, gel ji çalakiyê hêza rizgarkirina Efrînê moralekî mezin digire û gel dibêje em ê bi berxwedanê Efrînê rizgar bikin."