Rojnemgeriya Kurdî: Ji rojnemyekê ber bi dehan weşanên kurdî
- 12:09 21 Nîsan 2019
- Rojane
Berçem Cûdî-Dilocan Bozî
KOBANÊ- Weşana Rojnemgeriya Kurdî 121 sal li pey xwe hîştin. Li gel şet û mercên gelek zehmet yekemîn rojnemeya kurdî 'Rojnameya Kurdistan' hat çapkirin. Lê di roja îro de bi dehan Televizyon, rojname, Ajans û Radiyo weşana xwe bi zimanê zikmakî kurdî didomînin.
Roja Rojnemgeriya Kurdî her sal bi minasebeta 1'emîn weşana kurdî roja çapkirina 'Rojnameya Kurdistan' ku li bajarê Misrê Qehîreyê hat çapkirin e, di 22`ê Nîsaanê de ji aliyê gel û rojnemvanên kurd ve tê pîroz kirin. Vê salê jî wê 121'emîn salvegera rojnamegeriya kurdî were pîroz kirin.
Dîroka Rojnemgeriya Kurdî
Dîroka vê rojê vedigere çapkirina yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê 'Kurdistan' ku Miqdad Mîdhat Bedirxan di sala 1898’an de dabû destpêkirin. Rojnemeya Kurdistan bû bingeh ku rojnemegeriya Kurdî bighêjîne asta îro. Rojnemeya Kurdistan bi zimanê Kurdî û Erebî 4 salan berdewam kir, 5 hejmarên wê yên destpêkê li paytexta Misrê Qahîrayê hatin çap kirin. Paşê jî ji ber êrîşên ku rojname bi wan re rûbirû dima cihê wê hat guhertin û li Cenevreya Swîsreyê, piştre ji ber heman sedemê dîsa li Qahîreyê,Ingîlîstan û çapa herî dawî hemjara 31`an di sala 1902`an de li Sîwisreyê hat çapekirin.
Pêşketinên Rojnemegeriya Kurdî
Di 1931’an de Celadet Bedirxan li paytexta Sûriyeyê Şamê dest bi weşana yekemîn Kovara Kurdî Hawarê kir, kovar bi 57 hejmarên bi zimanê Kurdî û Erebî hat çapkirin. Di 1943`an de weşana kovarê hat rawestandin. Li şûna wê di heman salê de (1994) Celadet kovara Ronahî da destpêkirin. Ronahî tenê bi 28 hejmaran hat weşandin û di 1945`an de weşana wê hat rawestandin. Her wiha Kamuran Bedirxan jî Kovara bi navê Roja Nû ku bi zimanê Kurdî û Fransî weşana xwe dike li Beyrûdê da çapekirin.
Di warê Televizyona Kurdî de, ya yekemîn ku li ser satalaytê weşana xwe da destpêkirin di sala 1994`an de ya bi navê MED TV ku li bajarê Bruksel weşanê dike ye. Di roja îro de jî Stêrk Tv, Ronahî TV, Çira Tv, Rojava TV, Med Muzik û JIN TV xeta MED TV didomînin. Di warê Rojnemeya rojane de jî Azadiya Welat a Yekemîn bû ku li bakurê Kurdistanê xwerû weşana bi kurdî ya rojana da destpêkirin. Her wiha rojnameya Ronahî jî heye. Weke Radyo jî yekemîn Radiyoya ku bi zimanê Kurdî weşana xwe kir, radyoya dengê Êrîvan di sala 1955 de li Êrîvanê dest bi weşanê dike. Radyoya Dengê Mezopotamya di 27'ê gulanê 2001'ê de dest bi weşana xwe kir. Li bakur-Rojihlatê Suriyê jî cara yekem di sala 2013 de radiyoya Cudî dest bi weşanê dike. yekem radiyoya jin bi navê Star fm li herêma Cizîrê weşanê dike, bi ked û ramana jinÊ di 2017 de dest bi weşanê kir.
Ajansên bi kurdî weşan kirin
Weke Ajans jî Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DIHA) lê ji ber êrîşên dewleta tirk hat girtin, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), yekemîn Ajansa Jinê JINHA ku ew jî ji aliyê dewleta tirk ve hat girtin û piştî wê ŞÛJIN hat vekirin, lê ew jî ji ber heman sedemê hat girtin, niha jî weke ajansa jinê bi navê JINNEWS weşangeriya jinan berdewam dike.
Di Rojnamegeriya Kurd de Jin
Jina Kurd di hemû qadan de xwedî rol û misyonên pêşeng bû, lewra jî dikarIbû ku di qada çapemeniyê de jî cih bigre û ji bo xwe Televzyon, Ajans û Radyoyên xweser ava bike. Jina yekem ku di xebatên rojnegeriyê de kar kiriye Rewşen Bedirxan e ku di rojnemeya Kurdistanê de qûncik nivîsî kiriye. Ya duyemîn jî Sayma Aşkin ku di sala 1978`an de di Kovara Serxwebûn de xebitî ye. Yekemîn kovara xweser li Akadimiya şehîd Masûm Korkmaz bi navê YJWK`ê di 1982`an de dest bi weşanê kir, piştre bi navê Kovara Jinên Serbilind di 1983'an de li Almanyayê weşana xwe didomandiye.
Di 8'ê Adara 1997'an li Başûrê Kurdistanê (Silêmanî) rojnameya heftane bi navê Jiyana Azad bi pêşengiya şehîd Şîlan Kobanê dest pê dike û di 1999`an de tê girtin. Lê di 2000`an de berdewamiya Jiyana Azad rojnemeya Roj Hayat dest pê dike û heta 2004`an weşana xwe didomîne. Di rojnameya Roj Heyat de Leyla Walî ( Viyan Soran) dixebitin. Li kêlek van Kovara Jina Azad, Dengê Jin, Dengê Jina Azad, rojnameya Binevş, JINHA, Taniriça Zîlan, Kovara YJA STAR, Kovara Zîlan, Buhara Jin, kovara Dengê Jiyanê, Asoya Jin, Newaya Jin, Şûjin, JINNEWS, Star Fm û herî dawî JIN TV hene.
Di oxira ragihandina rastiyê de pêşengên jin
Sayma Aşkin jina yekemîn di kovara Serxwebûn de, Mîna Cemal Çelebî, Ronahî (Bedriya Taş) di kovara Serxwebûn û Berxwedan de, Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Gurbetelî Ersoz yekemîn jina kurd ku rêvebertiya rojnameyekê dike, Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) bi pêşengiya wê YRD hat damezrandin, Canda Turkmen, Senem Bêrîtan,Sarya Baran, Jiyan (Zeyneb Erten), Şîlan Aras (Ayfer Serçe), Yildiz (Nursel Şimşîn) di MED TV û ROJ TV de xebitîn, Zîlan Pepûle dîmen kêşbû, Rojînda Amed (Cana Sûsenbak), Ekîn Sîwas rêvebera raghandinê bû, Hebûn Azad, Berfîn Mardîn di kovara Parastina Gel de xebat kiriye, Zîn Yezda Temara di pirtûkxaneya jin de, Arjîn Amed kameravan, Denîz Firat xebatên RAJIN`ê, Nûjiyan Erhan xebatên Televizyonê kiriye, Dilîşan Îbiş nûçegîhana ajansa Hawarê bû.