Semîner li taxa Enteriyê hate dayîn

  • 10:48 21 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya Star û Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinê semînerek li ser pêşketina pêwendiyên di nava malbatê de li taxa Enteriyê dan.
 
Kongreya Star û Rêxistina Sara li dijî tundiya li ser jinê semînerek li ser pêşketina pêwendiyên di nava malbatê de li taxa Enteriyê ya li Kantona Qamişlo dan. Semîner bi tevlibûna bi dehan jin û mêran hat lidarxistin. 
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê endama Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê Menal Mûsa perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan  xwendin. Endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê Arzo Temo nirxandin kir. Arzo di semînerê de bal kişand ser girîngiya pêşketinên têkiliya di navbera jin û mêr a di nava malbatê de. 
 
Semîner pişît nirxandinên girîng ên ku tevlibûna jin û mêran hatin kirin bi çepikan hate bi dawî