Gurbet Ektiren: Di dawiyê de mirin hebe jî dê çalakiya me berdewam bike

  • 10:46 21 Nîsan 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir ji 8’ê Adarê vir de li mala xwe çalakiya xwe berdewam dike. Gurbet a ku ji me re bahsa rojeke xwe kir diyar kir ku di dawiyê de mirin jî hebe dê çalakiya wan heta tecrîd rabe berdewam bike. 
 
Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê  li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 8’ê Adarê de di danîşîna doza xwe  ya hat dîtin de hat tehliyekirin. Gurbet, piştî hat tehliyekirin çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe ya li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê berdewam dike .  Gurbet, di dema qedexeya derketina kolanan a di sala 2015’an de hat îlankirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Gurbet a ku li dijî tecrîdê çalakî daye destpêkirin behsa rojekê xwe kir.
 
 Gurbet, anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye û wiha got: “Bi salan e tecrîdeke giran li ser Serok hatiye destpêkirin. Ji ber vê jî min li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir. Heta ku tecrîda li ser Serok bê rakirin em ê vê çalakiya xwe hem li derve û hem jî li hundir berdewam bikin. Tecrîda ku îro tê girankirin ne bi tenê li ser Serok her wiha li ser me me hemûyan tê meşandin. Em tiştekî zêde naxwazin, em dibêjin bila malbat û parêzerên wî pê re hevdîtinê pêk bînin û tecrîd bi temamî ji holê bê rakirin. Lê em sê salin ji serokê xwe agahiyê nagirin. Heta tecrîda li ser Seroak hebe em ê jî dev ji çalakiya xwe bernedin. Hem li girtîgehan, hem li derve û hem jî li Ewropayê grevên birçîbûnê hatine destpê kirin û berdewam dikin. Di dawiyê de mirin hebe jî em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”
 
‘Ev bêdengî dibe sedema mirinê’
 
Gurbet, di domandina axaftina xwe de wiha behsa xwe kir “Çalakiya min li malê berdewam dike. Ez her roj serê sibehê saet di 08.00’an de radibim û li derve piçek dimeşim. Ji ber ku greva min a  birçîbûnê rojên wê zêde dibin nikarim  zêde li derve bimeşim. Piştre ez têm nûçeyan tamaşe dikim, bê ka çi dibe çi diqewime û piştî wê jî pirtûkê dixwînim. Ez ji hela wîcdanî ve rehetim. Ji ber ku îro ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de me. Her wiha banga min ji bo gel heye û dibêjim  bila ew jî rabin ser piyan û deng derbixin. Ji ber ku bêdengî dibe sedema mirinê. Niha li girtîgehan nêzî 7 hezar hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Bila hemû kes rabin ser piyan û dakevin kolanan. Ev bêdengî nayê qebûl kirin. Heta daxwaza  me pêk neyê em ê çalakiya xwe berdewam bikin û em dibêjin bila gel van grevên birçîbûnê bibîne.  Dewlet û îktîdar jî li hember van grevên birçîbûnê gelek bêdengin û tu tiştî nakin. Lê em bi biryar in heta dawiyê em ê çalakiya xwe bidomînin.”
 
‘Çalakiyên xwe bi rêxistinî tevbigerînin’
 
 
Gurbet, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya 8 kesên ku ji dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn û ev tişt got: “Ez hevalên ku dawî li jiyana xwe anîn bi rêzdarî bi bîr tînim. Lê ez naxwazim ku tu kes dawî li jiyana xwe bîne. Tişta ku em pê bi ser kevin têkoîn û rêxitinbûneke xurt e. Dema mirov bi rêxistinî tevbigere bi ser dikeve. Divê tu heval dawî li jiyana xwe neynin.  Banga min ji bo hevalan e; bila bi rêxitinî tevbigerin.”
 
‘Ev tecrîd dê bê rakirin’
 
Gurbet, di dawiya axaftina xwe de got ku di malbata wan de 3 kes di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birayê min û xalê min di Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ji bo rakirina tecrîda grankirî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Birayê min Mehmet Ektîren û xalê min Abdulhemant Şîmşek ji 1’ê Adarê vir de di greva birçîbûnê de ne. Ew jî dibêjin ku heta tecrîda li ser Serokatî hebe dê çalakiya wan berdewam bike û bang dikin ku gel rabe ser piyan. Em di barweriya ku wê têkoşîna me tecrîdê bişkîne de ne.”