Rojnamegerên jin: Em 22'yê Nîsanê diyarî Kîbriye Evren dikin
- 09:05 21 Nîsan 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Rojnamegerên jin diyar kirin ku tevî çapemeniya Kurd di pêvajoyên zehmet re derbas dibe, her çûye xwe pêş xistiye û got: “Têkoşîna Kîbriye Evren, nîşaneya têkoşîna rojnamegerên jin yên li her qadê dide ye. Em jî wek rojnamegerên jin 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî diyarî Kîbriye Evren dikin.”
Di 22'ê Nisana 1898'an de ji aliyê yek ji kesên malbata Bedirxaniyan Mîgdat Mîthat Bedirxan ve li paytexta Misirê ya Qahîreyê yekemîn rojnemeya Kurdî ya bi navê "Kurdistan" hat çapkirin. Gelê Kurd vê rojê weke roja Rojnemegeriya Kurdî û vejînekê pîroz dike. Ji ber zextên dewletê rojname neçar ma di navbera Misir-Swêd û Îngîlîstanê de bê weşandin. Piştî hejmara yekem şûnde dewleta Osmanî qedexe kir. Mîkdat Mîthat Bedixan neçar ma rojnameyê li cihekî din derbixe. Li bajarên Ewropa yên wekê Cenevre, London, Folkston 3 hejmarên ewil ên rojnameya Kurdî hatin weşandin. Ji 31 hejmarî 2 heb hîna winda ne. Her hejmara wê nêzî 2 hezarî hat çapekirin.
Rojnamegerên Kurd li dijî zextan têkoşîna xwe meşandin. Heta îro gelek rojname hatin derxistin. Saziyên hatin vekirin hatin gitin . Lê li gel hemû astengiyên hatin dexistin, rojname û televîzyonên kurd bi awayekî bi hêz riya xwe dimeşînin.
‘Ev roj rojnamegeran dike kelecanê’
Endama Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Fatîme Tekîn, da zanîn ku tevî kevneşopiya Çapemeniya Kurd di astên zehmet Re derbas bûye jî, her çûye xurt bûye û got: “Tevî qedexekirinê kevneşopiyeke heta îro hatiye heye. Çiqas bi zehmetî berdewam kiribe jî îro hîna li ser piya ye. Em 22’ê Nîsanê wek rojake ku rojnamegerên Kurd dike kelecanê dibînin. Rojnamegerên jin piştî Gurbetellî Ersoz pêşve çûne. Jinên rojnameger ên Kurd di demên herî dijwar de pîşeya xwe berdewam kirin.”
Fatîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi sedan rojnameger niha girtî ne û got nîvê wan jî jinin. Fatîmeyê wiha berdewam kir: “Desthilatdarî ji jinan ditirse. Tevî hemû zextan ajansa nûçeya a jinan heye. Li wir bi dehan hevalên me yên jin dixebitin. Aveke diherike bifikirin, pêşengiya herikîna wê avê jî jin dikin. Jinnews, Jin Tv xebatên ku em dikarin pişta xwe bidinê û dengê xwe bi awayekî azad bidin bihistinê ne. Hevala me Kibriye Evren demek dirêje di grevê de ye. Em xemgîn dikevin 22’ê Nîsanê. Lê hêza me heye. Baweriya me ya bi jinan heye. Ez 22’ê Nîsanê ya hemû hevalan pîroz dikim.”
‘Em ê berpirsyariya xwe bînin cih’
Nûçegîhana Jinnewsê, Gulîstan Azak jî diyar kir ku di pêvajoyeke ku li herêmê xebatên rojnamegeriyê sûc tên hesibandin de, bi taybet jin hedef tên girtin û got tevî hemû zext û zordariyên desthilatdariyê, rojnamegerên jin yên bi kevneşoopiya çapemeniya azad gihiştine, di têkoşînê de rola pêşeng dilîzin û berxwedanê bilind dikin. Gulîstanê ev tişt anî ziman: “Pêşenga têkoşîna di qada çapemeniyê de tê meşandin Gurbetellî Ersoz e. Gurbetellî di dema herî zehmet a rojnamegeriyê de di Rojnameya Ozgur Gundemê de gerînendetî kiriye û li dijî zextan serî netewandiye. Em şopdarên vê kevneşopiyê wê li dijî zilmê serî netewînin û berpirsyariya xwe bînin cih. Me we rojnamgerên jin gelek pêşdaraz jî şikandin.”
‘Em 22 Nîsanê diyariyê Kîbriye Evren dikin’
Rojanemger Nurcan Yalçin jî bi lêv kir ku çapemeniya Kurd di dîroka xwe ya 121 salî de li dijî zext, çewisandin, qetilkirin û bombekirinan dest ji têkoşîna xwe bernedaye û wiha pê de çû: “Me wek paşengên kevneşopiya çapemeniya azad, al ji Gurbetellî, Denîz Firat, Nujiyanan girt û bi soza ku bi awayekî herî baş hildin derketin rê. Em wek rojnamegerên jin ji vir şûnde jî wê rastiyan ragîhînin. Niha li girtîgehan grev heye. Hevala me Kibriye 120 roje di grevê de ye. Têkoşîna wê nîşaneya têkoşîna rojnamegerên jin a li qadan dide ye. Em rojnamegerên jin 22’ê Nîsanê diyariyê Kîbriye Evren dikin.”