Nuran Îmîr: Ji bo çareseriyê divê demildest bikevin tevgerê

  • 09:03 21 Nîsan 2019
  • Ramyarî
Medîne Mamedoglu
 
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku birayê wê jî 126 roje li Fransayê li bajarê Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji bo çareseriyê divê demildest  rayedar bikevin tevgerê.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 165’emîn de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê bi hezaran girtî ketin grevê. Tevî dem derbas bûye jî hem Tirkiye û hem jî dewletên din grevê nabînin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuray Îmîr da zanîn ku divê demildest çareseriyek bê dîtin û pêvajoya tê jiyîn nirxand.
 
*Pêvajoya grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin hatiye kîjan astê?
 
Çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin nêzî nîv salê ye. Rastiyeke hikûmeta ku nirxên hiqûqî, mirovahî û wijdanî nas nake û êrîş dike li pêş me ye. Em di pêvajiyeke ku hiqûq hatiye binpêkirin re derbas dibin. Rastiyeke di vê de israr dike heye. Çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin jî rewşeke wisa hema ji ber xweberê derneketiye ye. Çalakî hatiye nokteyek wisa ku faşîzm xwe bi her alî bi derfetên dewletê rêxistin dike. Gel êdî hatiye asta nihare bîhnê bide û bistêne ye. Ji mafên herî sereke yên mirovahiyê bigirin heta mafên siyasî yên civakî her tişt hatiye xespkirin. Rastiyek wisa ya Tirkiyeyê heye. Ji ber vê jî bersiv ji girtîgehan hat. Îro 7 hezar girtî ketine greva birçîbûnê. Bêguman di vê pêvajoyê de li her derê çalakî jî pêk hatin.
 
*Di grevan de 7 girtiyan dawî li jiyana xwe anîn. Lê tevî mirin û çalakiyan hikûmet hîna bêdenge. Hun vê çawa dinirxînin?
 
Mifteya van çalakiyan di destê wezareta dadê û serokomar Erdogan de ye. Pêşeroja gelelan, di devê kesekî de ye û li ser gotina kesekî dikare biguhere. Ev rewşeke ku nayê qebûlkirinê ye. Divê ev bê gotin; di asta heyî de wijdana civaka Tirkiyeyê ne rehete. Ji ber vê çalakiyê hestiyariya civakî ava kiriye. Lê hîna merciyan tiştek nekirine û ev jî fikaran zêde dike. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, teşeyê îşkence û êrîşê ye. Mîsyona Birêz Ocalan tê zanîn. Rakirina astengiyên li pêş hevdîtinan lingê mirovahî û civakî ye. Bêguman aliyê vê yê hiqûqê jî wisa ye. Lingê vê yê siyasî jî heye. Birêz Ocalan li ser vê axê di nokteya çareseriyê de aktorekî girîng e. Dikare koasê parçe bike, gelan bixe aramiyê. Di vî alî de xwedî taybetiyek girîng e. Ev welat bi rastî ji xwînê têr bûye. Divê mase û derfeteke nû ya çareseriyê pêk bê. 
 
* Aliyê hiqûqî û siyasî yê tecrîdê çi ye û ev rewş xwe çawa nîşan dide?
 
Li gorî xala 3’emîn a peymana Ewropayê û mafê mirovan divê tecrîd tune be. Berovajî vê tecrîd di alî hiqûqî de pozîsyona ceza ye. Bi israr jî Tirkiye tecrdîdê didomîne. Divê bi rastî êdî bi awayekî baş nêzî vê pêvajoyê bibin. Dive demildest li dijî vê bikevin tevgerê. Divê divê di vî warî de tu kes bêdeng nemîne.
 
*Birayê we jî di grevê de ye, hun dixwazin çi bêjin?
 
Fikarek mezin heye. Divê em dengê serhildanê mezin bikin. Ji bo ev dijhiqûqî bê rawestandin divê em têbikoşin. Bêdengî nikare bê qebûlkirin. Li aliyekî jî divê em vê qêrînê bi awayekî mezin rêxistin bikin. Divê em bibin dengê wan. Em ê her tim piştgiriya xwe nîşan bidin. Ez jî wek xwişka çalakgerekî dibêjim. Li Strasbourgê 13 heval 126 rojin di grevê de ne. Birayê min jî têde ye. Ev heval vê dibêjin; Bedenên me biçin jî heta ev çalakî bi encam nebe em dest jê bernadin.’