Evîn Yûsif : Şoreşa Rojava ji ragihandinê re bû wekî serhildanekê
- 09:02 21 Nîsan 2019
- Rojane
Ronîda Hacî - Sorgul Şêxo
QAMIŞLO - Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif Roja Rojnemegeriya Kurdî di salvgera xwe ya 121’an de li hemû Rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: "Şoreşa Rojava ji ragihandinê re bû wekî serhildanekê."
Di 22'ê Nîsana 1898'an de Mîr Miqdad Bedirxan li Qahîra Paytexta Misirê yekemîn Rojnameya Kurdî bi navê 'Kurdistan' çap kir û ji wê demê de kurdan ew roj weke roja Rojnamegeriya Kurdî destnîşan kirin û her sal tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê de Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif axivî û roja Rojnamgeriya Kurdî li hemû rojnamegeran pîroz kir .
'Şoreşa Rojava ji ragihandinê re bû wekî serhildanekê'
Evînê diyar kir ku Şoreşa Rojava derfetek zêrîn ji ciwanên Kurd re peyda kir û wiha axaftina xwe domand: "Ragihandin bi giştî di dema desthilatdariya BAAS'ê de di rewşek pir xerab de bû, lê Şoreşa Rojava ji ragihandinê re bû wekî serhildanekê û cihê xwe di nava ragihandina cîhanê de girt. Bi taybet ragihandina Kurdî dikaribû di demek kurt û bi alavên pir sivik nûçeyan belav bikin, êş û berxwedana gelê xwe ji raya giştî ragihînin."
'Rojnemegeriya Kurdî di şoreşa Rojava de derbasî qonaxek pir girîng bû'
Evînê da zanîn ku Rojnemegeriya Kurdî di Şoreşa Rojava de derbasî qonaxek pir girîng bû û wiha got: "Berî Şoreşa Rojava tiştek nebû bi navê ragihandina Kurdî. Tenê ragihandina Kurdî di nav belavokan û li ser malperên Kurdî dihat dîtin, ew jî qedexe û bi dizî bi rê ve diçûn, lê dema Şoreşa Rojava dest pê kir, em dikarin bêjin ku ragihandin li seranserî Rojava ket qonaxeke pir girîng. Radyo, rojname , malper û TV, di Şoreşa Rojava de rolek girîng lîstin."
'Hedefgirtina rojnamegeran hedefgirtina gel bi xwe ye'
Evînê bal kişand ser hedefgirtina Rojnamegeran a ji aliyê Dewleta Tirk û got: "Ji bo veşartina rastiyê, him veşartina kirîza ku Tirkiye dijî, Rojnameger hedef tên girtin. Erka Rojnamegeran a sereke ew e ku êş , berxwedan û rastiya ku gel dijî ji raya giştî re ragihîne, ji bo wê jî em hedefgirtina Rojnamegeran şermezar dikin ."
'Di 22'ê Nîsana 2019'an de xelata Mazlûm Bagog dê were dayîn'
Evînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Niha em amadekariyê ji bo 22'ê Nîsanê dikin, di heman demê de me komîte da avakirin da ku rewşa xebatên Rojnamegeran bişopînin û xelata Mazlûm Bagog diyarî wan bikin, ji bo wê em di 22'ê Nîsanê de şahiyekê li dar dixin û hemû Rojnamegeran jî vedixwînin şahiyê."