ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 21 Nîsan 2019
- Rojev
*Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif Roja Rojnemegeriya Kurdî di salvgera xwe ya 121’an de li hemû Rojnamegerên Kurd pîroz kir û got: "Şoreşa Rojava ji ragihandinê re bû wekî serhildanekê." DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku birayê wê jî 126 roje li Fransayê li bajarê Strasbourgê di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku ji bo çareseriyê divê demildest rayedar bikevin tevgerê. DÎMEN HEYE
*Seroka ÇMO'yê Helîl Înay Kinay da zanîn ku bi projeyên pêk tînin ekolojiyê dikin qurbana rantê, Îzmîr nasnameya xwe winda dike û got: “Biryarên rêveberiya navendî û herêmî bi hev re dikevin naqokikiyê. Saziyên civaka sivîl û odeyên pîşeyî tevlî pêvajoyên biryarê nabin.” DÎMEN HEYE
*Rojnamegerên jin diyar kirin ku tevî çapemeniya Kurd di pêvajoyên zehmet re derbas dibe, her çûye xwe pêş xistiye û got: “Têkoşîna Kîbriye Evren, nîşaneya têkoşîna rojnamegerên jin yên li her qadê dide ye. Em jî wek rojnamegerên jin 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî diyarî Kîbriye Evren dikin.” BI DÎMEN
*Salîha Aydenîz a HDP’î nelirêtiyên hilbijartinê nirxand û diyar kir ku hemû pêkanînên tên kirin girêdayê tecrîdê ne û wiha got: “Mazbata bi hincetên cuda dan namzetekî ku kêm deng girtiye. Ev tê wateya berdewama darbeyê. Ev darbeyek siyasî ye, ji pergala otorîter re kirina xizmetê ye.” BI DÎMEN
*Şukriye Dogan destnîşan kir ku kurê wê li girtîgeha Îzmîrê 47 roje di grevê de ye û got ji bo kurê wê û girtiyên din çay û lîmon jî nayê dayîn û wiha berdewam kir: “Di hevdîtina telefonê ya dawî de got ‘em dest jê bernadin’. Em dayik jî dest jê bernadin, em ê li pey daxwazên wan bin. Hewcedariya dewletê bi wijdanê heye.”