‘Erîşa li hemberî dayîkan bêwijdanî ye'
- 16:40 20 Nîsan 2019
- Rojane
ÇEWLÎK/ÎZMÎR/BÛRSA - Li gelek bajaran, bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li dijî dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin, ‘Ev êrîş sûcê mirovaniyê û li dijî êrîşan divê em piştevaniya bi dayikan re mezin bikin.”
Bi armanca şermezarkirina tundiya polîsan a li dijî dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê de, ya li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze duh pêk hat li gelek bajaran çalakî hatin li darxistin.
Li Çewligê jî, HDP’ê li avahiya partiyê daxuyanî da, parlementerê HDP’ê Erdal Aydemîr û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên partiyê bi lêxistina çepikan êrîş şermezar kir. Wekîl Erdal li vê derê axaftinek kurt kir û wiha got: “Emê êrîşa li ser dayikên girtiyên bi kîn û hirsek mezin şermezar dikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Bi vê êrîşê hiqûq bin pê kirine. Daxwazên grevên birçîbûnê mafdarin. Mirovîne û meşrûne. Divê hikûmet guh bi de van daxwazan.”
Li Bûrsa jî rêxistina HDP’ê, li avahiya partiyê civîna çepemeniyê li dar xist. Hevseroka Partiya Bajêr Serpîl Yildiz, di civînê de axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Êrîş û tacîza bi cop a polîsan a li dijî dayikan dûrî wijdanê mirovahiyê ye. Divê desthilatdariya siyasî berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Lazime ku qanûnên xwe bi cih bîne. Bila tecrîd rabe, ji girtîgehan agahiya mirinan neyê û pêşiya aştiyê vebe.”
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî daxuyanî da. Hevseroka Bajêr Besriye Tekgur, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em qetilkirina zarokên xwe, tundiya li dijî dayîkên xwe û êrîşan li ser parlementerên xwe şermezar dikin.”