HDP: Li hemberî şîdeta polîsan divê bertek mezin bin

  • 15:52 20 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP'a Amedê li dijî şîdeta polîsan a li hemberî dayikên girtî yên li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digirtin,  bertek nîşan da û wiha got: "Divê bertekên me mezin bin û derkevin kolanan" 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li ber avahiya rêxistinê daxuyanî da. Rêveberên rêxistinê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Avahiya HDP'ê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de şîdeta li hemberî dayikên girtî bi tundî hat şermezarkirin. Daxuyanî ji hêla rêveberê bajêr Nesîb Gultekin ve hat xwendin. 
 
Nesîb, diyar kir ku em bi tundî êrîşa li hemberî dayikan şermezar dikin û wiha got: "Êrîşa polîsan bi destê qesrê û îktîdarê pêk tê. Her ku diçe êrîş û zext li hemberî  kesên ku li mafê xwe digerin dijwartir dibe. Mafê mirovan êdî bi aşkere tê binpêkirin. Li Sumerparqa Amedê Recep Hantaş ji hêla polîsan ve hat înfazkirin û nehiştin kes tevlî merasîma definkirinê bibin. Dîsa li Parqa Koşuyoluyê li hemberî daxuyaniya me polîs bi tund nêz bû û parlamentera me Remziye Tosun bi giranî birîndar bû û her wiha parlamenterê me Mûsa Farîsogullari jî hat derpkirin"
 
Nesîp, di daxuyaniyê de bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe çalakiya nobedê li dar dixin. Lê êrîşa polîsan a li hemberî dayikan tu car nayê qebûlkirin. Nêzîkatiyeke dermirovatiyê ye. Raya giştî bi tevahî li hemberî êrîşa polîsan bertek nîşan da. Her wiha bertekên me ne tenê ser medyaya civakî divê li kolanan jî bertek bên nîşandan. Divê em xwedî li dayikan derkevin û greva birçîbûn binîn rojevê."