Xizmên windayan bertek nîşanî tundiya li Gebzeyê dan

  • 15:24 20 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED/ÊLIH - Li Amed û Êlihê, xizmên windayan di çalakiyên xwe yên heftane de, tundiya polîsan a li dijî dayikan a li Gebzeyê, şermezar kirin. 
 
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 532’emîn de çalakiya xwe li avahiya komeleyê li dar xistin. Xizmên windayan pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Xizmên windayan, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) a Amedê Mehmet Sayin, nûnerên rêxistinên sivîl, rêveber û endamên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn.  
 
'Rewşa 300 girtiyan krîtîk e'
 
Sekreterê Şaxa ÔHD’ê ya Amedê Aslan Acer di çalakiyê de axivî û got: “Em mafê jiyanê diparêzin û emê parastinê dewam bikin. Bi qedexekirin çalakiyên xizmên windayan dê tu encamê bi dest nexwin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê dene. Rewşa 300 girtiyên dest pê kê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, pir krîtîke û gehiştiye asteke giran.” 
 
‘Dê têkoşîna dayikan qezenç bike' 
 
Aslan, xwest ku tecrîd rabe û wiha got: “Em tundiya li ber Girtîgeha Gebze li dayîkan hat kirin, şermezar dikin. Ew dîmena we mezin nakin, a rastîn biçûkbûna we nîşan dide. Dayik ji bo edalet û mirovahiyê têdikoşin. Divê destê dayîkan bê maçkirin. Bi dehf dana dayîkan hûnê tu endamê bi dest nexin. Hûnê nekarin pirsgirêkê wisan çareser bikin. Dest ji van pêkanînên xwe berdin. Di dawiyê de, dê têkoşîna dayikan qezenc bike.” 
 
'Encam bi dest nexistin'
 
Ji rêveberên ÎHD’ê Parêzer Gurbet Yavûz jî, çîroka Mehmet Înan ê di 28’3e Sibata 1994’an de li Sêrtê hat windakirin vegot. Gurbet diyar kir ku Mehmet berî bê windakirin 3 caran hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Di 28’ê Sibata 1994’an de bavê Mehmet Alî Înan, hevjîn û zarokên wî nêzî bîra avê sewalên xwe diçêrînin. Mehmet Înan jî, ji bo pêdiviyên malbata xwe pêk bîne, diçe Sêrtê. Ji ber ku Mehmet bi şev venagere malê, malbata wî dikeve nava fikaran. Bav Alî Înan li ser vê sibetir diçe Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û bi nivîskî serî li Serfermandariya Tugay dide. Lê tu encamê bi dest naxwe.”
 
Gurbet da zanîn ku piştî windakirina  Mehmet 4-5 meh şûn de polîs bavê Înan Alî Înana dibin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê û wiha bilêv kir: “Li midûriyetê hin wêneyan nîşan dikin. Lê bav Înan tu kesî nas nake. Polîs bavê Înan derengiya  şevê dibin malê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Mehmet Înan nayê girtin û  heya roja îro jî aqûbeta wî ne diyare.”
 
Piştî daxuyaniyê xizmên windayan çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
Li Êlihê jî şîdeta polîsan hat şermezarkirin 
 
Li Êlihê jî, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 438'an de li avahiya ÎHD'ê çalakî li dar xistin. Endamê parazvanên mafên mirovan û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner, di çalakiyê de axivî û aqûbeta  kesên winda pirsî. 
 
Mehmet dest nîşan kir ku ew ê tim aqûbeta kesên winda bipirsin û wiha axivî: “Em êrîşa polîsan a li ser dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de, ya li ber Girtîgeha Gebze şarmezar dikin. Emê van nêzîkatiyan qebûl nekin.”
 
Mehmet çîroka Ahmet Bûlmûş ê di 1’ê Nîsana 1994’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê 3 kesên bi çek û telsîz bi wan re li wesayita Torosa spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin vegot û aqûbete wî pirsî. 
 
Xizmên windayan dûre 5 deqe çalakiya rûniştinê li ser xistin.