'Em ê serlêdana sûc bikin'
- 14:48 20 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Parazvanên mafên mirovan, dê derbarê mudaxaleya polîsan a li dijî xizmen girtiyan ên xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze ji bo xizmên xwe yên digreva birçîbûnê nobetê bigirin de, dê serlêdana sûc bikin.
Xizmên girtiyan ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebze, bi armanca piştgirî dayîna girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de, çalakiya nobetê li dar dixin. Xizmên girtiyan ên duh xestin li ber girtîgehê çalakiya xwe dewam bikin, rastî mudaxileya polîsan hatin. Polîsan di mudaxileyê de dayik bi copên dehf dan û tundî li dayikan kirin. Ev nêzîkatiya polîsan a li hemberî dayikan rastî bertekên mezin ên raya giştî hatin. Parazvanên mafên mirovan jî bertek nîşanî helwestan polîsan da û gotin ewê serlêdana sûc bikin.
'Êrîş nayê qebûl kirin'
Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku wê bi xemgîniyek mezin dîmên tundiya li dijî dayikan temaşe kir û got: “Ev mudaxileya li dijî dayîkên ku mafê jiyana zarokên xwe dixwazin nayê qebûl kirin. Komîsyonên jinan ên hemû şaxên ÎHD’ê, dê derbarê vê tundiyê de serlêdana sûc bikin. Emê roja Duşemê serî li meqamên edlî bidin û serlêdana sûc bikin. Ev işkenceya li dayîkan hatî kirin, ne hiqûqî û ne jî civakî nayê qebûl kirin.”
‘Ev îşkenceye'
Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê Umît Efe jî, anî ziman ku îşkenceya li dayîkan hat kir, di warê mafê mirovan de rewşeke pir xerabe û wiha axivî: “Bi vî awayî îşkence kirin, bi zordestiyek bêperwa tundî kirin, dehf dana jinan, kêm xistin û daxwazên wan ên maf ne berçav girtin nayê qebûl kirin. Li gel ku îşkence qedexeye jî, bi awayekê pir vekirî îşkence dikin. Ev jî di warê parastina mafê mirovan de, gumanên mezin dide avakirin. Di salên 90’î de jî, çek bera serê dayîkan da. Di dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Sîlopî ya Şirnexê de jî cenazeyê Taybet Înan bi rojan li nava kolanê rawestanan. Ji salên 90’î heya niha tu tişt nehatiye guhertin. Îşkence her hebûye. Em ê bi ÎHD’ê re derbarê bûyerê de, serlêdana sûc bikin û şopdarê vê mijarê bin.”