Polîsan li Qoserê êrîşî malbatên girtiyan kirin: 6 kes hat binçavkirin

  • 14:46 20 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN – Li Qada Azadiyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Di mudaxaleya hat kirin de 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Dayik bi erdê ve hatin kaşkirin. 
 
Ji bo tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin grevên birçîbûê belav dibin. Li Qada Azadiyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan nehişt ku malbat daxuyaniyê bidin û çalakiya xwe ya rûniştinê li dar bixin. Polîsan bi TOMA yan av li wan kir û êrîşê wan kir. Gelek kes di mûdaxale û êrîşê de hat binçavkirin. Hevşaredara HDP’ê ya Şemrexê Nalan Ozaydin, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê piştgirî dan malbatan. Girseya ku dema di avahiya HDP’ê de derketin xwestin daxûyaniyê bidin. Lê polîsan li ser vê yekê dora wan dorpêç kir û kir bin abluqayê û gotin ku daxûyaniyê  bidin û belav bin.
 
Di vê navberê de polîsan pankartên ku di destên dayikan de bûn bi zorê girtin û li ser vê yekê dayikan bertek nîşan da. Dema dayikan dest bi daxûyaniya xwe kirin di vê navberê de polîsan ji TOMA yê dengên sîren jê bilind kirin û ji bo ku dengên dayikan neyê bihîstin. Li ser navê dayikan, dayika bi navê Hevlet Oncu daxûyaniyê da. Hevlet, di axaftina xwe ya kir de anî ziman ku armanc û daxwaza wan bi tenê azadî ye û wiha got: “Ger li girtîgehan de cenazeyek dîsa derbikeve tehemmula me jê nîne. Ger ji girtîgehan cenazeyekî din dîsa derbikeve dê dayik dinyayê  bişewitînin. EM gelek bi hêrs û tijîne.” Polîsan di vê navberê de dîsa mudaxale kir û xwest ku daxûyanî bi dawî bibe.
 
Ji ber berdewam kirine daxûyaniyê polîsan bi gaza îsot û ji TOMA' yê av li girseyê  kir. Polîsan di dema mudaxaleyê de Hevlet Oncu ji erde ve kişandin û kirin bin çavan.
 
Di vê navberê de Hevrokê HDP’ê yê Şemrexê Mesut Urun ê ku nigê wî di alçiyê de bû avêtin erdê lê derp kirin û kirin bin çavan. Çavên Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Şeyhmus Suni zirar dît . Hevserokê HDP’ê yê Qoserê Şîrîn Obek jî derpa ku ji ruyê xwe girt de  birîndar bû. Her wiha malbata girtiyan û rêvebira DBP’ê  Şukran Erol jî hat binçavkirin.
 
 Di dema mûdaxaleya hat kirin de gelê ku li Qada Azadiyê kom bûbûn bertek nîşanî êrîşê dan. Li ser vê yekê polîsan mudaxaleyê gel jî kir û du ciwanên ku navên wan nayê zanîn kirin bin çavan.
 
Di dema derpkirinê de 3 jê jin 6 kes hatin binçavkirin. Li dijî hemû mûdaxaleya sekna Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan berdewam dike.
 
Kesên ku hatine binçavkirin navên wan wiha ne: “Malbata girtiyan Şukran Erol, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu, Hevşaredara Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevserokê HDP’ê yê Şemrexê Mesut Urun û du ciwanên ku navên wan nayên zanîn.”
 
Malbatên ku xwestin piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê polîsan mûdaxale kir, dayik ji erde ve hatin kişandin
 
Dayik ketin korîdora partiyê û bertekên xwe li vir didomînin.