'Bila êdî dawî li bêdengiyê bê'

  • 14:41 20 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Li dijî bêdengiya hêz û dewletên Navneteweyî a derbarê 7 hezar berxwedêrên zindanan û Parlamentera HDP' ê Leyla Guven ku de, gelê navçeya Til Temir meşiyan.  
 
Bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 7 Hezar çalakger û Parlamentera HPD'ê  Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Li dijî bêdengiya hêz û dewletên Navneteweyî a derbarê 7 hezar berxwedêrên zindanan û Parlamentera HDP' ê Leyla Guven ku de, gelê navçeya Til Temir meşiyan.  
 
Îro Gelê navçeya Til Temir bi Kurd, Ereb û Aşûriyên xwe her wiha Meclisên bajarokê Xera û Qibûr Qerajina û bi dehan ji endam  û rêveberên sazî û navedên rêveberiya xweser, li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û meş li dar xistin. Di meşê de alên Kongreya Star û PYD'ê her wiha wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatibû bilindkirin.  
 
Jinan bi yek dengî diqîriyan û digotin Êdî bes e, divê dengê berxwedêran û taybet Leyla Guven were bihîstin û tecrîda li dijî Abdullah  Ocalan bi dawî bibe. 
 
Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir li Çarxereya Ş.Qendîl rawestiya. 
 
Çima dengê berxwedêran nabihîsin?
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîca Yûnis axivî û wiha got: "Em berxwedêrên zindanan ku bi pêşengtiya Leyla Guven ketine gireva biçîbûnê a bêdem û dorveger de, silav dikin. Îro 7 hezar kes ketine grevê gelo çima dengê wan nayê bihîstin? Leyla Guven teslîm nabe. Divê daxwaza çalakgerên di grevê de bê qebûlkirin."
 
Komployeke mezin e
 
Xedîcayê balkişand ser bêdengiya raya giştî û dewletên Navnetewî  û ev yek anî ziman: "Bêdengiya hemberî berxwedana zindanan ku roj bi roj rewşa wan bi ber bi xeteriyê ve diçe tê wateya hevkarên dewleta Tirk e. Îro komployek mezin dijî gel û serokê me tê pêkanîn divê asta têkoşînê bilind bibe."
 
Kanî wîjdanê mirovan?
 
Paşê Endamê Komîteya Perwerdeyê yê Meclisa Navçeya Til Temir Ebdilbaqî Kûtê jî wiha got: "Kanî wîjdan? Kanî mirovahî? Divê her kes zextê li Tirkiyê bike da ku tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe."
 
Meş bi dirûşmeya"Bijî berxwedana Leyla Guven û berxwedêrên zindanan" bi dawî bû.