Li Wanê koma 4’emîn çalakiya grevê dewir girt

  • 13:09 20 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Li Wanê ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê koma 4’emîn çalakiyê dewr girt. 
 
Li Wanê ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya bi bi beşdariya hezaran kes ku bi daxwaza tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hatibû destpêkirin. Çalakiya li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk tê îro koma 4’emîn dewr girt. Gellek welatî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Beriya dest bi çalakiyê bikin xizma girtiyan Emîne Bozkurt çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi bîr xist. Bozkurt anî ziman ku tecrîd tenê ne li ser gelê kurd pêk tê, di heman demê de li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk tê û greva birçîbûnê çalakiyek bi rûmet e.