Remziye Tosun hat taburcûkirin

  • 11:50 20 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn a di encama mudaxileya polîsan de birîndar bû, piştî dermankirinê ji nexweşanê derket. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê xwest li Parka Koşuyolu ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ku şaredarên bi KHK’ê hatine îxrackirin erka wan betalkirin, şermezar bike. Lê polîsan mudaxeleyî daxuyaniya HDP’ê kir. Di mudaxeleyê de Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari birîndar bibûn. Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn a di mudaxileya polîsan li erdê ket û perasiyên wê derizin piştî dermakirinê ji nexweşxanê hat derxistin. 
 
Remziye a 3 rojin li nexweşxaneyek taybet tedawî bû, bijîşkan rapora 30 rojan nikare kar bike, danê û tabûrcû kirin.