'Armanca me tenê rizgarkirina Efrînê ye'
- 11:38 20 Nîsan 2019
- Rojane
ŞEHBA - Jinên ku tevlî meşa li dijî êrîşên li ser Efrînê bûn, gotin:" Armanca me di jiyanê de Efrîn û vegera li ser axa xwe ye, dê dagirker tê biçin."
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan meşek bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Efrînê re, Na ji bêdengiya Navneteweyî re, Na ji bêdengiya Rûsya re" li Kampa Berxwedan a Şehbayê hat lidarxistin û gel berê xwe dan noqteya Rusan a gundê Wehşiyê yê Şehbayê. Bi armanca derketina dewleta Tirk ji Efrînê bi sedan Efrîniyên ku li Şehbayê bi cih bûnin bi dirûşma "Efrîn a me ye" meş li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn axivîn.
'Em li ser şopên şehîdan dimeşin'
Besîme Ehmed wiha axivî û got:" Weke Malbetên Şehîdan me ji bo dewleta tirk ji Efrînê derkeve û bi armanca vegera ji bo Efrînê meşek li dar xist. Weke hevjînên Şehîdan em tu carî Efrîn ji dewleta Tirk re nahêlin."
'Em hêza xwe ji Şehîdan digirin'
Dayika du têkoşeran Zekiye Sîdo axivî û got: "Em hêza xwe ji Şehîdan digirin, derketina me ji Efrînê bi riya itifaqiya Rusan û Tirkiye bû, lê em ê bi têkoşînê vegerin Efrînê."
'Efrîn a Şehîdan û jinên Efrînê ye'
Hevjîna berxwedêr Ebu Ehmed a bi navê Hêvîn Dawod wiha got: "Em weke Malbatên Şehîdan bi wêneyên berxwedêrên xwe me berê xwe da noqta Rusan ji bo nameya xwe bigihînin wan û jê re bibêjin Efrîn ya şehîd û jinên Efrînê ye."
'Em ê zarok û canê xwe fedayî axa Efrînê bikin'
Jina bi navê Xedîce Muhemed jî hestên xwe wiha anî ziman: "Dewleta Tirk û Rus Efrîn dagir kirin, em jinên Efrînê aştî dixwazin lê ger şer ji me were xwestin em amade ne hemû zarokên xwe bikin qurbanê axa Efrînê."
'Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin'
Emîne Muhemed ev yek got: "Em ciwanên Efrînê soz didin Şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan em ê Efrînê bi ciwantiyê rizgar bikin, hebûna me li Şehbayê ji bo vegera Efrînê misogar be, ji ber vê jî em ê heya dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin.
'Em ê çalakiyên xwe her tim bidomînin ji bo Efrînê'
Şaziye Ibrehîm jî wiha got: "Me berê xwe da noqta Rusan lê ev bû sê car ku bersiva nameyên xwe nagirin, me ji dewletên Rus re got' alîkariya we bi dewleta Tirk re bû sedem Efrîn were dagir kirin, em weke jinên Efrînê soz didin em ê Efrînê rizgar bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û Efrînê rizgar bikin."
Meş bi dirûşma 'Efrîn a me ye, an Efrîn an Efrîn' bi dawî bû.