Bi hezaran kesî bertek nîşanî pêkanîna li hemberî dayikan da
- 09:21 20 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî polîsan mudaxileyî dayikên li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê kir, li ser medyaya civakî bi hezaran kesî bertek nîşan da. Taga “#AnnelerDirenişte” û mijara “Gebze Cezaevi” li ser twîtterê ket rojevê.
Ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de dayik her roj li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Duh polîsan êrîşî dayikan kir û bi jopan li wan da. Li ser vê gelek kesî bertek nîşan da. Çalakiya dayikan ji 9'ê Nîsanê didome û hema bêje polîsa her roj mudaxileyî wan dikin.
Piştî dayik meşiyan û ji cihê çalakiyê bi dûr ketin polîsan da dû wan û polîsekî sivîl bi jopê di dest xwe de li pişta wan da û ew deldan. Piştî dîmenên vê yekê li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan bertek nîşan da. Bi hezaran kesî bi taga "#AnnelerDirenişte" û mijara "Gebze Cezaevi" bertek nîşan dan û ev tag û mijar di rojeva twîtterê de cihê xwe girt.