Xizmên girtiyan: Bila wezareta dadê peywira xwe bîne cih

  • 09:15 20 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de, diyar kirin ku divê wezareta dadê êdî peywira xwe bîne cih û gotin: “Divê tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên cih.” 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 164’emîn de didome. Piştî Leyla Guven li girtîgehan grev belav bû û 7 hezar girtî tevlî grevê bûn. Ji bo malbatên ku xwestin bi wezareta dadê re hevdîtinê bikin jî hîna randevu nehatiye dayîn û nehiştin dayik bikevin Enqereyê jî.
 
‘Em ê hîna çiqas di bin zilmê de bimînin’
 
Jina bi navê Zubeyde Tîmur a kurê wê di grevê de ye jî wiha got: “Heta hûn dikarin deng bidin dengên me. Daxwaza me jî ev e ku demildest tecrîd rabe û grev bi dawî bibin. Divê em malbat her tiştê pêwist bikin. Em ê hîna çiqas di bin vê zilmê de bimînin.”
 
‘Yekane daxwaza me jiyanek bi edalet e’
 
Jina bi navê Xeme Aydin jî destnîşan kir ku divê wezareta dadê ji van pirsan re çareseriyê peyda bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roj bi roj zarokên me li ber çavên me dihelin. Em naxwazin ji girtîgehan tabut derkevin. Li vî welatî yekane daxwaza me jiyanek bi edalet e. Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe wê zext û tecrîda li ser me bidome.”
 
‘Bila ew du rojan bikevin grevê ka wê çi bibe?”
 
Medîne Kiyak daxuyakirin ku li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê binpêkirinên mafan didomin û ev tişt anî ziman: “Hewcedariyên girtiyan bi rêk û pêk nayên cih. Divê wezareta dadê û rayedar gavê bavêjin. Ka bila ew du rojan xwarinê nexwin wê çi bikin?”
 
Ayşe Alici jî bi lêv kir ku divê bêdengiya li Ewropayê bi dawî bibe û wiha got: “Gelo Ewropa rewşa vir nabîne? Heta daxwazên girtiyên me neyên cih em dest ji têkoşînê bernadin.”
 
‘Ev berxwedan ji bo me hemûyan e’
 
Emîne Dag Agaç jî gotinên kurê xwe yê di grevê de wiha vegot: “Çima digirî, ev berxwedan ji bo me hemûyan e. Heta tecrîda li ser gelê Kurd bi dawî nebe wê ev berxwedan bidome. Her ku em di hundir de berxwe bidin, hûn li derve xurt bin û dengê me bidin bihîstin.”
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kezeba wan dişewite û wiha pê de çû: “Dema em sifreyê datînin em nikarin xwarinê bixwin. Her çiqas kezeba me bişewite jî divê em piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Ez bang li hemû gelê Kurd û dayikan dikim, ji bo şikandina tecrîdê divê em li kolanan bin.”
 
‘Bila wezaret peywira xwe bîne cih’
 
Besra Sarihan destnîşan kir ku divê demildest bersiv ji bo daxwazên girtiyan bê dayîn. Hayriye Turgut û Sabiha Hazar jî bang kir ku divê wezaret peywira xwe bîne cih.