‘Li dijî şîdeta li hemberî jinê projeya hikûmeta Başûr nîne'

  • 15:36 19 Nîsan 2019
  • Rojane
SILÊMANÎ - Li herêma Soran a ser bi Hewlêrê şîdeta li dijî jinê her roja paştir zêdetir dibe. Welatî û aktîvîstên jin jî vêya weke rewşeke metirsîdar binav dikin û dibêjin, ti projeyeke hikûmetê ya çareseriyê nîne.
 
Li gorî daneyên fermî yên Rêxistina Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hemberî Jinan a navçeya Soran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê di 4 mehên destpêkê ya 2019’an de 5 jin xweşewitandine û ji vana 4 jê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha jinek jî bi şêweyek din kuştiye. Gelek caran tên şewitandin, lê ji bo ceza nexwin dibêjin xweşewitandine. Ji ber li ser bûyerê têgirtin û lêpirsîneke pir alî çênabe, bûyer wekî xwekuştiye tên tomarkirin.
 
Li hember şîdeta li dijî jinê 15’ê Nîsanê Komeleya Afretên Kurdistanê ya ser bi partiye Komînîst a Kurdistanê nerazîbûn nîşana parlamantoya Herêma Kurdistanê, Desteya Bilind a Xaniman û aliyên peywendîdar da. Ji bo bi dawî anîna şîdetê jî ji wan xwest, erka xwe pêk bînin.
 
Aktîvîsta mafê Jin Kurdistan Eshed ji parlementoyê û hikûmetê xwest ku ji bo çareseriyê bikevin tevgerê û wiha got: “Divê êdî jin nebin qurbanî û li rastê şîdetê neyên. Tişta ku di nava civaka Kurdan de diyar dibe rewşekî metirsîdare.”
 
Jina bi navê Zozik Seîd  ya li ser pirsgirêkên civakî dixebite jî dazanîn ku hemû rêxistin li ser mijarên siyasî dixebitin û girîngî bi vê mijara girîng ya tevahî civakê eleqeder dike. Her wiha dazanîn ku sedema zêdebûna şîdetê nebûna sîstemeke perwerde ya baş e.
 
Zozik Seîd rexne li hikûmeta herêmê girt ku ti projeyek nîne ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û got, bixwe jî xwedî fikrekî baviksalare.  Xwendekara zanîngehê Arezû Osman jî gilî kir ku tawanbar û kesên şîdetê li dijî jinê pêk tînin nayên cezakirin û dazanîn ku rêya herî baş ya rawestandina şîdetê cezakirina tawanbarane. (Rojnews)