Endamên ESP, SKM û SGDF’ê dest bi grevê kirin
- 14:57 19 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Endamên ESP, SKM û SGDF bi boneya piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) bi boneya piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Saziyan bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bîne û dest bide Leylayê” li dar dixin. Nûnerên saziyan li Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Lîmter-Îş Kamber Saygili, Hevserokê SGDF’Ê Okan Danaci, Berdevka SKM’ê ya Bajêr Ezgî Bahçecî, Platforma Dengê Girtiyan û Bêmirinan (OTSP), xizmên girtiyan û gellek kes beşdar bûn.
Endama OTSP’ê Hêlîn Yilmaz daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven163 roj in di greva birçîbûnê de ye û li gel Guven parlamenter Tayyîp Temel, Dersim Dag, Murat Sarisaç û li girtîgehan û li gellek welatên cîhanê bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ye. Hêlîn wiha got: “Ji bo tecrîd rabe li ber xwe didin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaz bi milyonan e. Bi hezaran însan ji bo mafê herî hiqûqî û însanî pêk were di grevê de ne.”
'Dawî li tecrîdê bînin'
Hêlîn anî ziman ku bêdengî û xemsarî mayîn rê li ber mirinan vedike û wiha axivî: “Vê berxwedanê bi pêşengiya îradeya jinê dest pê kir. Greva birçîbûnê û tecrîd tenê ne rojeva gelê kurd e. Em wek ESP, SKM û SGDF’ê ji roja ewil ve dibêjin ‘Leyla Guven mafdar e û bila tecrîd rabe.’ Li her cihê em lê ne ji bo tecrîda sûcê mirovahiyê rabe têdikoşin. Em bi bawerin û em ê bi serkevin.”
Dê 9 roj bidome
Wekîlê Serokê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî destnîşan kir ku êdî kêr gihîştiye hestî û wiha dom kir: “Dema axaftinê xelas bûye. Li vê erdnîgariyê li ser bedena mirovan tecrîd pêk tê. Hevrêya me Leyla Guven rê vekir û bi hezaran kes di vê rêyê de dimeşin. Ev peyam têkoşîna li dijî faşîzmê ye û di heman demê de jî bangek e. Ev têkoşîndayîna însanbûnê ye. Em bang li yên demokrasiyê dixwazin dikin ku bikevin tevgerê.”
Greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin dê ji 3 rojan carek biguhere û 9 rojan berdewam bike.