Yekîtiya Bazirganiyê piştgirî da grevên birçîbûnê

  • 14:53 19 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Kongreya Sendîkayên Skoçyayê  de hat xwestin ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin.
 
Piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê li qada navneteweyî didome. Di Kongreya Sendîkayên Skoç (STUC) de Lynn Henderson axivî û bal kişand ser berxwedêrên greva birçîbûnê. Di kongreyê de Kurd û çalakiyên grevên birçîbûnê derketin pêş.
 
'Bila bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin'
 
Konseya Bazirganiyê ya Aberdeen a Skoç, bi pêşnûmeyeke lezgîn ji Konseya Giştî ya STUC'ê xwest, piştgiriyê bide grevên birçîbûnê û bixwaze ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re karibe hevdîtinê bike. Konseya Bazirganiyê ya Aberdeenê ji STUC'ê xwest ku nêrîna xwe ji Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê re ragihîne. Her wiha li ser grevên birçîbûnê agahiyê bide sendîkavanan û piştgiriyê bide çalakiyên piştevaniyê.
 
'Helwesta polîsan şermezar kirin'
 
Pêşnûmeyeke din jî ji aliyê endamê Konseya Bazirganiyê ya Dundee Mike Arnott ve hate pêşkêşkirin. Di pêşnûmeyê de helwesta polîsên Skoç hate şermezarkirin ku civaka Kurd krîmînalîze dike û diavêje ser malên Kurdan ên li Edinburghê. STUC'ê bang li Sekreteriya Kabîneya Edaletê kir û diyar kir, "Ji bo dawî li nêzîkatiyên wiha bê anîn û mafên mirovan ên civaka Kurd bên dayin û bibin xwedî jiyaneke aram, divê li pêşberî raya giştî sozê bidin."
 
Hevserokê Tevna Piştevaniyê ya Skoç a bi Kurdistanê re Stephen Smellie piştgirî da her du pêşnûmeyan. Smellie zextên polîsên Skoç ên li Kurdan tê kirin rexne kir û got, li dibistanan pirsa 'Bavê we terorîst e?' li zarokên Kurd tê kirin.
 
Pêşnûmeyên hatin pêşkêşkirin
 
Aktîvîstên Skoç her wiha bi Serokê TUC ê Gallerê Shavanah Taj re têkilî danîn ku tevna piştgiriyê xurt bikin. Aktîvîstên Skoç li ser asta heyî ya çalakiyên greva birçîbûnê agahî dan û ji mirovan xwestin ku li ser mijarê nameyan ji CPT re binivîsînin. Pêşnûmeya ku di kongreyê de hate qebûlkirin wiha ye: "Ev kongre diyar dike, polîsên ku qanûna têkoşîna li dijî terorê bi kar tînin, diavêjin ser malên Kurdên li Skoçyayê, lêgerînê dikin, malên wan desteser dikin û li têkiliyên wan ên siyasî û jiyana wan dipirsin. Bilêvkirina nasnameya Kurd, li gorî mejiyê polîtîkaya ewlekariyê ya Îngilîstanê weke terorîzm û piştgiriya bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) re tê nirxandin. Ji ber vê yekê metirsiya krîmînalîzekirinê li ser civaka Kurd heye.
 
Dîwana Edaletê ya Ewropayê berî çend rojan biryar da ku li gorî rewşa heyî, ji ber ku ti gef nîne, şaş e ku PKK weke rêxistineke terorîst were nîşandan. Di vê navberê de hikumeta Îngilîstanê piştgiriyê dide hikumeta Tirk ku mafên mirovan ên gelê xwe binpê dike û êrîşî Kurdên li Sûriyeyê dike ku wan Kurdan di têkbirina DAÎŞ'ê de bi rola pêşengiyê tevgeriyan.
 
Em piştgiriyê didin civaka Kurd ku li Skoçyayê di nava aştiyê de dijî û dixwaze tevlî civaka Skoç bibe.
 
Kongre ji ber vê yekê;
 
* Piştgiriya xwe ya ji bo civaka Kurd a li Skoçyayê dubare dike;
 
* Zext û tacîza polîsên Skoç a li dijî wan (Kurdan) şermezar dike;
 
* Bang li Sekreteriya Kabîneya Skoç dike ku dawî li van kiryaran bîne û ji bo parastina mafên civaka me ya Kurd bê parastin li pêşberî raya giştî sozê bide."