3 pirtûkên nû yên helbestê yên bi Kurdî hatin weşandin
- 13:26 19 Nîsan 2019
- Çand û Huner
AMED - 3 pirtûkên helbestê yên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî yên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin weşandin. Jinên Helbestkar ên Kurd ên bi navê Sultan Yaray, Zozan Gulan û Reşê cara yekeme ku pirtûkên xwe yên helbestê çap dikin.
3 pirtûkên helbestê yên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî yên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin weşandin. Jinên Helbestkar ên Kurd ên bi navê Sultan Yaray, Zozan Gulan û Reşê cara yekeme ku pirtûkên xwe yên helbestê çap dikin. Pirtûka Helbestê ya Sultan Yaray a bi navê Bêyî Te ji 126 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye:
"Îşev bila hemû stêrk
li ber bedewiya te bixuricin
ji bo şeva min ronî bibe
tenê çirûskek te bes e."
Pirtûka Zozan Gulan a helbestê ya bi navê Ajero ji 72 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye:
"Ji hatina te re, bûme heyva zimanê şevên lal
Lewra hebûna min bi tîrêjên evîneke dijwar
Çûyina te li min bû volqanekê dilê binelal
Ji derve tarî û sar im ji hundur ve ar û hawar."
Her wiha pirtûka helbestê ya Reşê ji 129 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye:
"Ey ala!
Ku tu bilind nebî bala,
Jiyan ji bo me her vala.
Lazime Kurd bike mitala,
Da ku bi hev re rakin em ev ala."