Malbatên kesên di qezaya trenê de jiyana xwe ji dest dan dest bi nobetê kirin
- 11:30 19 Nîsan 2019
- Rojane
ANKARA - Xizêmên kesên di qezaya trênê ya li Çorluyê de jiyana xwe ji dest dan dest bi nobeta edaletê kirin.
Li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê di 8'ê Tîrmeha 2018'an de qezaya trenê pêk hatibû, di encama vê qezayê de 25 kesî jiyana xwe ji dest da, 3 sed û 28 kes jî birîndar bibû. Malbatên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî doza ku tenê derbarê 4 kesî de hat vekirin û sucdarên din hatin parastin dan. Malbatan li dijî bêedaletiya ku hat kirin li ber Edliyeya Çorluyê dest bi çalakiya nobetê kirin.