Li Wanê derbarê greva birçîbûnê de panel
- 11:20 19 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê panela bi dirûşma "Duh û îrol grevên birçîbûnê û pirsgirêka Tirkiye ya demokrasiyê" li dar dixe.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, sibê bi dirûşma ""Duh û îrol grevên birçîbûnê û pirsgirêka Tirkiye ya demokrasiyê" li dar dixe. Panela ku wê di bin moderatoriya Hevserokê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUYAD) Ondar Soxukbulak de bê lidarxistin parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên azad (OHD) Savaş Avci û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bajêr Okkeş Kava wekî axaftvan tevli bûn.
Panela ku wê li salovna Dawetê ya Royal a li Mavî Plazayê bê li darxistin sibe saet di 12.00'an de dest pê dike.