Ji HDP'ê îtiraza awarte

  • 11:20 19 Nîsan 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Ji bo qeydên hilbijêran ê bê ûsûl ên li Bajarokê Esendere yên Şemzînan û Geverê HDP'ê îtiraza awarte kir da ku hilbijartin nû bibin. 
 
Ji bo qeydên hilbijêran ê bê ûsûl ên li Bajarokê Esendere yên Şemzînan û Geverê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îtiraza awarte kir da ku hilbijartin nû bibin. Di daxwaznameya ku şandin ji YSK'ê re hat gotin ku li Şemzînanê HDP'ê 3 hezar û 303, AKP'ê jî 3 hezar û 447 deng girtiye û cudatiya di navberê de 154 deng in. Her wiha hat gotin ku îtirazên HDP'ê yên derbarê hilbijêrên xeyalê yên li Şemzînan û li Geverê nehatiye qebûlkirin.