Hevşaredara HDP’ê ya Îdirê: Serkeftina Îdirê serkeftina hemû gelan e
- 09:07 19 Nîsan 2019
- Rojane
Zeynep Durgut
ÎDIR - Li Îdirê ku HDP’ê ji sedî 50,10 deng girt û be ser ket, di çarçoveya îtîraza tifaqa AKP û MHP’ê de, dengên 70 sindoqan ji nû ve hatibûn jimartin, lê encam neguherî bû. Têkîldarî serketina HDP' hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk nirxandin kir.
Li gorî encamên fermî yên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, HDP’ê li Îdirê ji 22 hezar û 227 dengan 50, 10 deng girt, lê AKP û MHP’ê îtîrazî encamên 70 sindoqan kiribûn û encam neguherî û HDP li îdirê bi ser ket. Ev 2 serdemin HDP şaredariya Îdirê bi dest dixe. Têkîldarî astengî û serketina HDP'ê ya di girtina şaredariyê de hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk nirxandin kir. Eylemê diyar kir ku li Îdirê gel bi ser kein û got ku ew ê bi pergala wekheviyê bajar ji nû ve ava bikin.
‘Tevî hemû astengiyan HDP bi ser ket’
Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi astengiyên mezin re rû bi rû man û got ku li tevî hemû astengiyan HDP’ê bi gelan re bi ser ket û wiha dom kir;” Em ji gelê xwe re spasiyên xwe peşkeş dikîn. Di fermiyatê de em bi astengiyên mezin re rû bi rû man. Lê van êrîşan em têk nebirîn, ji xeynî têkbirinê gel li dora me kom bû û kolan kolan di nav xebatên me de cih girtin. Ji bo ku yek mirovê ku me slav nedayê nemîne em bi şev û roj xebitîn. Bêgûman dawiya vê jî bû serkeftineke mezin. Em îro bi tercîha gelê xwe li ser peywirê ne. Ev serkeftin ne tenê ya me ye, ev serkeftin a hemû gelên Îdirê ye. Di roja hilbijartinê de em bi pirsgirîkên mezin re rû bi rû man. Ajansa Anadolu bi weşanên nema di fermiyatê de didan weşandin û wekî ku MHP bi ser ket dan nişandan. Hîna ku ji sindoqan sedî 35 nehatin vekirin, MHP’ê li Îdirê dest bi pîrozbahiyan kir. Destpêkê de parlementerên wan û namzetên wan bi rewşê re mijûl bûn. Em hemû li wir bûn û encam hîna ne xuya bû. Bi spekülesyona dîsa ji encam neguherî. Tenê hewledayineke me hebû ew ji ew bû ku di nav şert û mercên demokratîk de gel biçe ser sindoqan dengê xwe bi kar bîne. Em bi astengiyan re rû bir û man. Lê tevî hemû astengiyan û zextan gel tercîha xwe ji HDP’ê re kir. Me bi hev re bi gelê xwe re tekoşîn da. Em bi gelan re bi ser ketin û em ê şaredariyê xwe ji bi gelan re rêvebibîn.”
‘Gelên Îdirê HDP bû’
Eylemê bal kişand ser gelên Îdirê û got ku gelên Îdirê gotin HDP û wiha pê de çû;”Ev sed salin Îdir bajar e. Ev bajar 85 salin ji aliyê MHP’ê ve dihate rêvebirin. Gel ji MHP’ê bêzar bibû, ji ber ku MHP’ê bêmafî li gelên li vir dikir. Lê Îdir 10 salin ji aliyê HDP’ê ve tê revebirin. HDP’ê li vir pergala şaredariya wekhevî ava kiriye. Ji ber vê ji gelên li vir HDP’ê esas digire. Em ne yekbûnê em pirjimariyê esas digirîn. Ji ber vê yekê gelên Îdirê biryara xwe da û ji HDP’ê re dengên xwe bi kar anîn. Li Îdirê bi HDP’ê re gelan qezenc kir. Em ê li gorî paradigmaya partiya xwe xebatên xwe bimeşînin û bi wî awayî xîzmetê bidîn. ”
‘Di nava civakê de em ê temsîliyeta jinê bi hêz bikîn’
Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanîşanî qadên jinan kir û wiha got:” Li gorî daneyên dewletê yên fermî bajarê ku di warê aborî de herî nebaş Îdire. Qadên kar tune ne û gel mehkumî qehwexaneyan hatine kirin. Qadên ku gel lê bixebite tune ne. Li Îdirê pirsgirîkên çandiniyê gihiştine asta herî jor. Li Îdirê gel bi sewalkariyê debara xwe dikir. Lê ji ber qedexekirina zozanan li herêmê aboriya gel ber bi xetereyê ve çû. Ji neyîniya aboriyê herî zêde jî jin bi bandor bûn. Armanca me ew e ku em kooperatîfan ava bikîn, kreşan û serayan li taxan vekîn. Bi van xebatên xwe aboriya jin û civakê pêşve bibîn û temsîliyeta jinê di nava civakê de bi hêz bikîn. Em bi meclîsên jinan û ciwanan tevbigerin û li gel van xebatan projeyên herî bi hêz û yên bi feyde pêk bînin.”
‘Serkeftina Îdirê serkeftina hemû gelan e’
Eylemê di dawiya axaftina xwe bi lêv kir ku ew ê bi gelên Îdirê re tevbigerin û wiha bi dawî kir;”Serkeftina Îdirê serkeftina hemû gelan e. Tevî hemû astengiyan gelê me xwedî li vîna xwe derket. Em ji ji bo ku layiqî gelê xwe bibîn, em ê bi her awayî xîzmetê bikîn û bi gelê xwe re ji nû ve bajar ava bikîn. Em ê bi hev re bajarê xwe rêve bibîn.”
-