Xizmên girtiyên di grevê de: Li her derê ku zilm hebe wê berxwedan dest pê bike

  • 09:06 19 Nîsan 2019
  • Rojane
Gulîstan Azak
 
AMED - Çalakiyên greva birçîbûnê yên li hember tecrîdê her diçin zêde dibin û xizmên girtiyên di grevê de jî diyar kirin ku li cihê zilm hebe berxwedan dest pê dike û bang li hemû aliyan kirin ku deng bidin dengê girtiyan.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 163’emîn de didome. Piştî Leylayê di 16’ê kanûnê de gelek girtî û ji derveyê welat gelek kesî piştgirî dan û dest bi grevê kirin. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê 7 hezar girtî ketin grevê. Yek ji van girtiyan jî girtiya bi navê Yazgul Şahîn e û 3 sal e li girtîgeha Qeyseriyê dimîne û 75 roj e di grevê de ye. Her wiha Abdulrakîp Yuksekbag jî ji 1’ê Adarê de li Girtîgeh Tîpa T ya Rihayê di grevê de ye û ji sala 1993’an heta niha jî di girtîgehê de ye.
 
Yazgul 3 sal e di girtîgehê de ye û 3 salên wê bi surgunê derbas bû. Yazgul berê li Girtîgeha Tarsusê girtî bû û ev salek zêde ye li girtîgeha Qeyseriyê ye. Dayika wê Zehra Şahîn diyar kir ku di rojên borî de di telefonê de pê re axivîne û got keça wê gotiye ku rewşa tenduristiya wê ne baş e.
 
‘Bila hikûmet dest ji zilma xwe berde’
 
Zehrayê destnîşan kir ku cezayê dîsîplînê yê rêvegeriya Girtîgeha Qeyseriyê li Yazgulê biriye, niha li Girtîgeha Tarsusê didome û wiha pê de çû: “Polîtîkayên zext û zilmê yên hikûmetê aşkera didomin. Divê hikûmet dest ji vê israra xwe berde. Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin. Em dayik in. Bila canê me neşewite. Ez tenê ji bo keça xwe naaxivim. Ji bo hemû zarokan diaxivim. Tişta dewlet dike zilm e.”
 
‘Li cihê zilm hebe berxwedan dest pê dike’
 
Zehrayê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li cihê zilm hebe berxwedan dest pê dike û çalakiya grevên birçîbûnê ya girtiyan, berxwedana li dijî zilmê ye û armanca berxwedana li dijî zilma hatiye destpêkirin, aramî ye. Zehrayê ev tişt anî ziman: “Tevî ku Emîne Erdogan û serokomar Tayyîp Erdogan jî dê û bav in, êşa me fêm nakin, berovajî vê zilmê girantir dikin. Mînaka herî nêz a vê zilmê nelêrêtiyên di hilbijartinên 31’ê Adarê de hatine jiyînê ne. Zilma wê rojê hat jiyîn mînaka herî şênber e. Li Şirnexê tevî me qezenc kir jî şaredariya me xesp kirin.”
 
‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’
 
Abdulrakîp Yuksekbag jî ji 1993’an de di girtîgehê de girtiye û ji 1’ê Adarê de ye li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê di grevê de ye. Hevjîna wî Guler Yuksekbag da zanîn ku ev çalakî ji bo bidawîbûna dijhiqûqiyê hatiye destpêkirin û got tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bi dawî be. Gulerê bi lêv kir ku çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, sînor derbas kirine û daxwazên girtiyan mafdar û rewan e.
 
‘Em jin di nava berxwedanê de ne lê hûn’
 
Guleê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê li derve bibin dengê girtiyên di grevê de. Girtî neçar mane bikevin vê grevê. Heta daxwazên wan pêk neyê jî wê çalakiya wan bidome. Ji malbata min 14 kes di girtîgehê de ne û çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Em bi fikar in. Li dijî vê bêdengiyek jî heye. Her kes bêdeng e. Ev bêdengî heta ku derê. Êdî bes e. Ji girtîgehan tabut derdikevin. Divê her kes vî dengî bibîhize. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê her kes dakevin qadan. Bila mirov nemirin, em xwedî li wan derkevin. Em jin di nava berxwedanê de ne, lê hûn?”