Bavê Rabîa Naz: Kî berpirs e divê cezayê xwe bikşîne

  • 09:04 19 Nîsan 2019
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Piştî mirina bi guman a Rabîa Naz, bavê Şaban Vatan lêgerîna xwe ya edaletê berdewam dike û got hewldana girtina serê bûyerê ewil ji şaredarê berê yê Eynesîl Coşkun Somuncuoglu hatiye û piştre jî Cigirê Serokê Giştî yê AKP’ê Nurettîn Canîklî ketiye dewrê. Şaban da zanîn ku kî berpirs e divê cezayê xwe bikşîne.
 
Li navçeya Eynesîl a Gîresunê di 12’ê Nîsana 2018’an de zaroka bi navê Rabîa Naz a 11 salî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dê û bavê Raîbayê lêgerîna edaletê berdewam kirin. Bavê Rabia, Şaban Vatan ku îdiayên der barê mirina keça xwe anî rojevê jî, Dadgeha Cezaya Sulh a Gîresunê xwest ku tenduristiya hiş a Şaban bê tespîtkirin. Li gorî biryara dadgehê divê Şaban Vatan 3 mehan di nexweşxaneya hiş (mêjî) de razê. Li aliyê din jî Lijneya Dadger û Dozgeran (HSYK) jî biryara lêkolînkirina mufetîşan a ji bo lêpirsînê da. Der barê polîsên li ber mala Rabîa Naz ku lêkolîna cihê bûyerê kirin jî lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Şaban Vatan bertek nîşanî biryara ku dadgehê daye da û kesên ji mirina keça xwe berpirs dît dîsa anî rojevê.
 
‘Piştî biryarê hevjîna min nexweşiyek cidî derbas kir’
 
Şaban wiha got: “Biryara yekem di 21’ê Adarê de hat dayîn. Di navbera 6-7 saetan de pêvajoyek bi lez hat jiyîn. Piştî vê pêajoyê me belgeyên der barê îdiayên ne rast de da dadgehê. Lê mixabin di 10’ê Nîsanê de berdewamiya biryarê pêşkêş kirin. Daxwazên parêzerên me red kirin. Piştî biryara 21’ê Adarê hevjîna min bi wê şokê re nexweşiyek cidî derbas kir. Me îtîraz kirin. Niha HSYK di dewrê de ye û xebatan dimeşîne. Dosyayê lêkolîn dikin.”
 
‘Ne şaşî qestî ye’
 
Şaban daxuyakirin ku pêvajoya hatiye jiyîn ne ‘şaşî ye’, ‘qestî ye’ û der barê pêvajoya dadgehê de jî ev tişt vegot: “Em tên darizandin. Pêvajoyek dadgehê heye. Diçe dadgehek jor. Di pêvajoya dadgeha jor de jî belgeyên fermî tên pêşkêşkirin. Saziyek Ewlehiyê ya Civakî der barê min de hemû tiştan pêşkêş dike.Ev biryar çima derbarê min de hat derxistin?Di biryarê de tê gotin ‘Şaban Vatan kesekî bi xeter e, hişê wî ne li serê wî ye, divê bê dermankirin.’Ev biryar di 10’ê Nîsanê de hat dayîn. Ji wê rojê şûnde ez dîsa li kolanê me. Ez dîsa têdikoşim. Ez vê baş dizanim ku; tu dadgeh nikare der barê min de serlêdana sûc bike. Dadgeha Destûra Bingehîn jî tê de ye, ez têkoşîna edaletê didim. Ez ji bo keça xwe li edaletê digerim. Divê êdî min baş nas bikin. Biryara dane biryarek qirêj e.”
 
Şaban destnîşan kir ku piştî mirina bi guman a keça wê Raîbîa Naz şûnde hat îdiakirin ku întîxar kiriye û got Serdozgeriya Komarê ya Gîresunê ev daxuyanî daye çapemeniyê û got divê ji vir şûnde ji bo rayagiştî ronî bibe û ev dijhiqûqî bên sererastkirin divê daxuyaniyan bidin. Şaban di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê kesên sûcdar cezayên xwe bikşînin.