‘Em berxwe didin, hûn jî berxwe bidin, wê serkeftin ya me be’
- 09:03 19 Nîsan 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Ji girtiyên Girtîgeha Jinan a Şakranê yên ji 1’ê Adarê de di grevê de ne, Esma Ayaz, da zanîn ku tevî hemû zextên rêveberiya girtîgehê moralê wan gelek baş e û wiha got: “Em bawer in ku serkeftin ya me ye. Heta em bi dest nexînin em dest ji vê grevê bernadin. Encam çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin. Em bawer dikin, hûn jî bawer bikin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 163’emîn de didome. Piştî Leylayê di 16’ê Kanûnê de gelek girtî û ji derveyê welat gelek kesî piştgirî da û dest bi grevê kirin. Ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê grev hat destpêkirin.
Ji Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê Esma Ayaz jî ji 1’ê Adarê heta niha di grevê de ye. Esmayê bi hevkariya malbata xwe peyamek şand û da zanîn ku tevî hemû zextan moralê wan gelek baş e.
‘Serkeftin wê ya me be’
Esmayê di peyama ku şandî de wiha dibêje: “Rewşa kesên di koma yekem de cih digire gelek giran bûye. Em bi 3 koman ketin grevê. Ev grev bi moral û berxwedanek mezin didome. Hinek hevalan gelek kîlo daye. Di hefteyên dawî de êşa mîdeyê û serî dikşînin. Ji bilî wê moralê me gelek baş e. Serkeftin a me ye, em bi vê bawer in. Heta em qezenc nekin wê ev grev bidome. Encam çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin. Em bawer in, hûn jî bawer bin. Heta tecrîd neşkê em ê şûnde gavê navêjin. Em ji Leyla Guven û Nasir Yagiz re silav û rêzdariyên xwe dişînin. Em her kesên berxwe didin silav dikin. Ji bilî vê jî zext hene. Du rojan carê bi ser koguşan de digirin. Rojname an jî tiştekî din nadin me. Televîzyonên me jî girtin. Ji bo em ji derve agahiyê negirin her tiştî dikin. Lê ev ji bo me ne pirsgirêk e. Heta ji destê me bê em ê berxwe bidin. Em berxwe didin, hûn jî berxwe bidin.”