Foza Yûsif: Ji bo çareseriya aloziyê divê her kes di nava hewldanê de be

  • 09:00 19 Nîsan 2019
  • Rojane
Rûken Goman  
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star  Foza Yûsif di derbarê geşedanên siyasî yên li tevahî Sûriyeyê nirxandin kir û got: "Ger  komcivînên siyasî encam bigirin, pêwîst e îradeya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de mayinde bibe, ji bo pêşerojeke azad ji tevahî gelê Sûriyeyê re divê azadî, wekhevî û aramî bê xwestin."
 
Di çarçoveye nirxandinên rewşa siyasî ya li tevahî Sûriyeyê  Endama Koordînasyona Kongreya Star  Foza Yûsif nirxandin kir. Foza anî ziman ku ji bo alozî bi dawî bibe divê hemû kes li dora xeleka azadiyê kom bibin û wiha got:"Ji bo çareseriya aloziyê divê her kes di nava hewldanê de be. Ger hemû gelên li Sûriyeyê dest bidin destên hevdu ew ê siberojek azad bikaribe bê avakirin." Her wiha Foza bal kişand ser pêvajoya bidawîbûna DAÎŞ'ê û got ku DAÎŞ têk çû lê hîn talûke bi dawî nebûye.
 
'Tifaqa di navbera Tirkiyeyê û Rûsyeyê de ifadeya kurbûna aloziyê ye' 
 
Foza Yûsuf diyar kir ku pêvajoya ku Kurd di nav de ye ne hêsan e û wiha got: "Ev 8 sal li ser aloziya Sûriyeyê re derbas dibe, lê heta niha tu rêyên  ku çareseriyek mayînde nîşan bide tune ye. Sedemên wê yek jê pevçûnên navdewletî yên ku li Sûriyeyê berdewam dike ye. Dewletên ku qaşo ji bo çareseriya aloziyê kom dibin jî tenê berjewendiyên xwe difikirin. Dibe ku ev alozî hîn kûrtir û mezintir bibe. Bi taybet ger mirov têkiliyên di navbera dewletan de û nakokiyên li ser erdê çê dibin binirxîne, em dikarin bêjin hemû hewldan ne ji bo çareseriyê ye. Tifaqa di navbera Tirkiyeyê û Rûsyeyê de ifadeya kurbûna aloziyê ye. Ew li ser esasên berjewendiyên xwe tev digerin. Heta ku azadiya gel esas nê girtin ev şer dê bidome."
 
'Civînên wekî Cenevre û Astana yên  ku hatin lidarxistin negihaştin armanca xwe'
 
Foza bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Rûsyayê û wiha dewam kir: "Di van salên dawiyê de piştî 2015’ an derbeya siyasî ya ku li Tirkiyeyê rû da  helwesta Rûsyayê ya ji bo pêvajoyê derket holê. Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê zêdetir bûn û tenê li ser esasên berjewendiyên xwe li hev kirin. Bi demê re li ser hesabê aloziya Sûriyeyê ev têkilî bi hêztir bû, li ser mijarên çekan û bazirganiyê  gelek tifaq hatin çêkirin. Bê guman mirov mijara Îdlibê ji vê tifaqê cudatir nikare bide dest. Wekî ku mirov dişopîne têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê dê ji bo berjewendiyên wan bidomin. Her çiqas li ser herêmên bi ewle agirbest  tê ilankirin, lê hîn jî alozî didome. Rewşa Idlibê çareser nabe. Hemû tifaq û lihevkirin xizmeta gelên li  Sûriyeyê nekiriye. Di mijara Efrin û Idlibê de xeteriyeke mezin li ser tevahî xaka Sûriyeyê heye ji ber ji bo tunekirina Cebhet Elnûsra tû biryara hevbeş û cidî  nîne. Civînên wekî Cenevre û Astana yên  ku hatin lidarxistin negihaştin armanca xwe. Çimkî hemû gelên li Sûriyeyê esas nehatin girtin. Tenê li ser berjewendiyan hat axaftin. Lê divê berî berjewendiyên Rûsya û Tirkiyeyê azadî û aştiya gelên li Sûriyeyê bê rojevê."
 
'DAÎŞ têk çû lê hîn talûke bi dawî nebûye'
 
Foza balkişand li ser pêvajoya piştî xelaskirina DAIŞ'ê û wiha pê de çû: "Bê guman di nava vê aloziyê de DAÎŞ parçeyekî talûke bû. DAÎŞ têk çû lê hîn alozî û talûke bi dawî nebûye. Ji bo vê yekê komcivînên siyasî divê encam bigirin pêwîst e îradeya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  tê de mayinde bibe. Ya din jî pêwîst e herêmên wekî Efrîn, Ezaz, Cerablus ji dagirkeriyê werin rizgarkirin, ji ber heya ku dagirkerî hebe şer berdewam e. Ne opozisyon ne jî rêjîm û hêzên navnetewî  ji çareseriyê re ne amade ne. Li ser vî esasî em nikarin bêjin bi dawîbûna DAIŞ'ê wê ewlehî mayinde bibe. Çimkî çete û komên wekî din ji aliyê Tirkiyeyê ve tên parastin. Pirsgirêkên demokrasiyê divê bi hev re û bêyî ku berjewendiyên şexsî esas bê girtin, bê çareserkirin."
 
'Di projeye çareseriyê de em  xwedî  rol in' 
 
Foza di dawiya axaftina xwe de qala xurtbûna projeya demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Sîstema ku li Bakur û li Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji bo demokrasî û çareserkirina pirsgirêkan mînak e. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê sîstemê dê siberoja hemû gelên Sûriyeyê ronî bibe. Ger  komcivînên siyasî encam bigirin, pêwîst e îradeya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de mayinde bibe, ji bo pêşerojeke azad ji tevahî gelê Sûriyeyê re divê azadî, wekhevî û aramî bê xwestin. Ji bo çareseriya aloziyê divê her kes di nava hewldanê de be. Ger hemû gelên li Sûriyeyê dest bidin  hevdu ew ê siberojek azad bikaribe bê avakirin."