Malbetên Şehîdan ji bo Efrînê meşiyan

  • 16:45 18 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Bi dirûşma "Na ji dagirkirina Tirkiyeyê re, na ji bêdengiya navneteweyî re, na ji bêdengiya dewleta Rusya re" meclîsa Malbetên Şehîdan meşek li Kampa Berxewdan li dar xist û berê xwe da nuqteya Rusan.
 
Bi sedan gelê Efrîn û Şehbayê bi diruşmeya"Efrîn ya me ye" berê xwe dan noqta Rusan ya li gundê Wehşiyê a navçeya Fafîn ya Kantona Şehbayê bi armanca vegera Efrînê.
 
Gel wêneyên berxwedêran û pankertên bi nivîsa "Avakirina qereqolên Tirkan li Efrînê parçekirina xaka Sûriyê ye" hilgirtin û bi coşek mezin nameya xwe ji Rusan re dan nîşan. Li ser navê şandeyê Şaziye Îbrehîm, li ser navê hevjînên Şehîdan û Şehba Wafe Hisên axivîn.
 
 Di nameyê de wiha hat gotin:
 
"Em gelê Efrînê û bi taybet dayîkên şehîdan dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Efrînê qebûl nakin. Em bêdengiya dewletan a li hember kiryarên dewleta Tirk şermezar dikin, ger bi malbetên şehîdan ma be wê canê xwe weke zarokên xwe fedayî Efrînê bikin, em tu carî ji balafir û êrîşên dewletan natirsin. Em ê bi têkoşîna xwe vegera Efrînê misoger dike. Em bersivekê ji bo Efrînê dixwazin û em ê çalakiyên xwe her tim bidomînin heya Efrîn rizgar bibe. Zarokên me canê xwe ji bo xaka Sûriyê feda kirin, lê dewleta Sûriyê li hember dagirkirina Efrînê bêdeng ma, em dîwar û sînorên dewleta Tirk di navbera Efrîn û Şehbayê şermezar dikin.  Ji ber ku Efrîn parçeyek ji xaka Sûriyê ye, ew ê bi xwîna şehîdan  ev dîwar hilweşe."
 
Şaziyê bal kişand li ser bersiva dewleta Rusya û got: "Heta em negihêjin armanca xwe em dev ji çalakiya xwe bernadin. Ji ber vê yekê rayedarên Sûriyê gotin ' bersiva we dê roja duşemê were dayîn' gel jî bi coşek mezin li bersiva dewleta Rus diseknin û dibêjin ger bersiv bidin an nedin em ê dîsa li hemeber noqta Rusan çalakiyên xwe bidomînin."