Jinên Qamişloyê li dijî kuştina jinan derketin qadan
- 15:03 18 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Di pêşengtiya Desteya Jinê şêniyên Qamişloyê û rêxistinên jinê li dijî qetilkirina jinan meşek li dar xistin. Di meşê de kuştina jinan hat şermezarkirin.
Bi dirûşma 'Jin jiyan e jiyanê nekujin' bi sedan şêniyên Qamişloyê, sazî û rêxistinên jin, Kongreya Star, di pêşengtiya Desteya Jin a herêma Cizîrê meşek li dar xistin û kuştina jinan şermezar kirin. Di meşê de pankertên bi nivîsên' Na ji Kuştina Jinan re', ' Em daxwaza mafê Hêlîna Omerî dikin','Civakek ku jin were kuştin wê azad nebe',' Na ji tundiya li ser jinê', hatin hilgirtin. Meş ji pêşiya navenda UN dest pê kir û heta Baxçeyê Helebçeyê rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî hat xwendin, daxuyanî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rîhan Omer ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
Di qonaxa dîrokê yên cur be cur de, hişmendiya baviksalarî her dem jin kiriye qurban. Her dem hewl daye ku jin bê pişaftin. Lê tevî van hemû kiryaran jinê her tim bi tekoşîn û berxwedana xwe mohra şopa azadiyê di dîrokê de xêz kiriye. Vaye mînaka herî mezin jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku bi tîpên zêrîn serkêşiya wê jinê kiriye. Divê em hemû sazî li dijî zordestiya li ser jinê li berxwe bidin. Em jî wek tevgera jinê van kiryaran şermezar dikin û em soza mezinkirina têkoşînê didin. "
Meş bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.