Li Wanê koma 3’yemîn çalakiyê dewr girt
- 14:34 18 Nîsan 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê li dijî tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê koma 3’yemîn dewr girt.
Li Wanê ji bo piştevaniya çalakgerên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, çalakiya greva birçîbûnê hatibû dest pê kirin koma 3’yemîn dewr girt. Çalakî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Armûşê pêk tê û ji sê rojan carek tê dewr girtin. Koma îro ji 11 kesan pêk tê îro çalakiyê dewr girt. Nûnerên sazî û welatî jî çalakiyê ziyaret dikin.