Zextên li ser girtiyên li Dîlokê zêde bûn e
- 13:56 18 Nîsan 2019
- Rojane
DÎLOK - Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di greva birçîbûnê de pirsgirêkên wan ên tenduristiyê dest pê kirine û piştî çalakî hatiye destpêkirin zextên li ser girtiyan jî zêde bûne.
Çalakiya grêva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyên li girtîgehên bajarên herêmê û rojavayê Tirkiyeyê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê 70 girtî di greva birçîbûnê de ne. 4 girtî ji 17’ê sibatê ve û 66 girtî jî ji 1’ê Adarê şûn ve di greva birçîbûnê de ne.
Girtiyên bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn diyar kir kirin ku hin girtî çavê wan nabîne, serê wan diêşe, mîdeya wan li hev dikeve, xwînê vedireşin û di pişta wan de birîn derketine. Girtiyan anî ziman ku bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re zextên li ser wan zêde bûne û dema esker li qawîşan lêgerînê dikin girtiyan provoke dikin.
Girtiyan ragihand ku heta tecrîd dewam bike dê çalakiya xwe berdewam bikin.