Kozikên tîmên taybet ên li Şaredariya Hezexê hatin rakirin
- 13:09 18 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Hevşaredarên Hezexê, kozikên tîmên taybet ku di serdema qeyûm de li serbanê şaredariyê hatin çêkirin rakirin.
Hevşaredarên HDP’î yên Hezexê Songul Erden û Murat Şen dawî li kar û barên qeyûm kirine tînin. Hevşaredaran kozikên tîmên taybet di serdema qeyûm de li serbanê avahiya şaredariyê hatibûn çêkirin rakirin. Xebatkarên şaredariyê kozikên ji kîsên xîzê çêkiribûn daxistin xwarê.
Hevşaredar Songul Erden da zanîn ku ew heyirî li kozikên hatibûn çêkirin mane û got: “Gotinek meriv ji vê yekê re bibîne nîne.”