Hevşaredarên HDP'ê yên Pasûrê mezbatên xwe girtin

  • 12:22 18 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Hevşaredarên HDP’ê yên Pasûrê Fatma Ay û Fatîh Taş mezbatên xwe girtin û dest bi peywira xwe kirin, 
 
Fatma Ay û Fatîh Taş ên di hilbijartina herêmî de, ji bo Hevşaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Pasûr a Amedê hatin hilbijartin, ji Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê mezbatên xwe girtin. Hevşaredar piştî mezbatên xwe girtin bi gel re derbasî avahiya  şaredariyê bûn û dest bi peywira xwe kirin.
 
Di heman demê endamên meclîsa şaredariyê jî bi hevşaredaran re mezbatên xwe girtin.