Hevserok Amîne Gunduz hat girtin
- 11:42 18 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Hevseroka DBP’ê ya Farqînê Amîne Gunduz, ji ber ku cezayê girtîgehê yê derbarê wê de hatibû erêkirin, hat girtin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Farqîn a Amedê Emîne Gunduz, duh dema xwest ji Amedê biçe Farqînê li ser rê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Amîne ji ber ku cezayê girtîgehê yê derbarê wê de hatibû erêkirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.