Li Mexmûrê koma 42’yemîn çalakî dewr girt

  • 11:21 18 Nîsan 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Koma 42’yemîn, çalakiya greva birçîbûne ya bêdem û bidorveger li Wargeha Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Mexmûr) di roja xwe ya 124’an de berdewam dike dewr girt. Di merasîma dewrgirtînê de nameya Serhat Yuksek ê ku li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye hat xwendin. 
 
Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven,  girtiyên siyasî û berxwedêrên kurd li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demeke dirêje greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger didomînin. Ji bo piştgiriya greva birçîbûnê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) jî ji 16 ‘ê Kanûna 2018’an ve çalakiya greva bircîbûne ya bêdem û bidorveger dest pê kiri bû, îro di roja xwe ya 124’an de berdewam dike. Koma 42’yemîn  çalakî dewr girt.
 
Merasîma dewrgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê des pê kir. Di merasîma dewrgirtina çalakiyê de nameya ku ji aliye Girtîyê li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê Serhat Yuksek ê di greva birçîbûnê de ye ji endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok re nivîsandî hat xwendin. 
 
‘Hêza jina kurd girîng e’
 
Nameya Serhat Yuksek wiha ye: “ Bi giyana berxwedana te û di şexsê te de ez hemû jinên berxwedêr silav dikim, rêz û heskirinê xwe yê bê dawî pêşkêş dikim. Berxwedana ku dibin pêşengiya jina kurd a azad de hatî despêkirin têkoşîna rûmeta mirovatiyê ye. Çawa ku jin di despêka mirovatiyê de pêşengiya vê jiyana bi rûmet û azad kiriye, niha careke din bêhtir xwe xurtir bi hişmendiyeke azad rêxistin kiriye. Tevgera Jina Azad çavkaniya hêza xwe ji Rêbertî girtiye û bi vê hêzê pêşengiya berxwedana dirokî û bi rûmetê dike. Yekane ye ku tecrîdê bişkine û faşizmê ji hilweşine jî ev hêze. Bi van hestan di şexsê we hevrêya hêja de hemû jinên berxwedêr silav dikim.”
 
‘Ji bo koma 42’yan serkeftin’ 
 
Li ser nave koma  41’emîn Elî Ziravigî axivî û wiha got: “Em çalakiyên ku îro bi peşengiya Leyla Guven hatî destpêkirin silav dikin. Bangawaziya min ji hemû dewletên navdewletî ew e ku xwe li ber vê faşîzma dewleta Tirk bê deng neke û li erka xwe xwedî derkeve. Cardin ez serkeftine ji koma çalakiya 42’yan re dixazim. Ez hêvîdarim ku ev dewre bibe wesileya şikandina tecrîda li hemberî Rêberê me.” 
 
Merasîm bi dewr gîrtîna çalakiya greva birçîbûnê bî dirûşmeyen ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Zinadanan’ bi dawî bû.