Li çiyayên Şengalê Çarşema Sor hat pîrozkirin

  • 10:32 18 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞENGAL -  Bi boneya Cejna Çarşema Sor li çiyayên Şengalê şahî hat lidarxistin û cejn hat pîrozkirin.
 
Cejna Çarşema Sor ya Nîsanê wekî kevneşopiyeke her sal ji aliyê civaka Êzidî ve tê pîroz kirin, bi vê boneyê civaka Êzidî li çiyayê Şengalê Çarşema Sor bi şahiyekê pîroz kirin. Bi beşdarbûyina gelê herêmê, sazî, dezgeh, mêvanên ku ji Rojava, Başur û Ewrupayê amadebûn. Şahî li Çiyayê Şengalê Sere Deşt pîrozbahî hat lidarxistin. 
 
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê dest pê kir. Ji bo wateya vê cejnê  ji aliyê Meclîsa Xweseriya Şengalê axaftin hatin kirin.  Di axaftinê de Çarşema Sor  li tevahî Êzîdiyan hat pîrozkirin. Bi taybet rola hêzên YJŞ/YBŞ’ê di parastina Şengala pîroz hat silavkirin.
 
Paşê ji aliye helbestvan Dexîl ve helbest hat xwendin. Her wiha Koma Amara ji bo vê rojê stranên xwe pêşkêş kirin. Girêdayî fermana Şengalê û rola hêzên YJŞ’ê şanoyek hat lidarxistin. 
 
Herî dawî şahî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.