'Dê sala bê cejna xwe li Efrînê pîroz bikin'

  • 10:20 18 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên ku tevlî şahiya pîrozkirina Cejna Çarşema Sor bûn gotin ku bi têkoşîn û vîna jinên Êzidî dê sala bê cejna xwe li Efrînê pîroz bikin.
 
Ji hêla Yekîtiya Êziyên Efrînê li Kampa Serdem a navçeya Ehdas a Şehbayê bi dirûşma "Vejîna Çarşema Sor soza rizgarkirina Efrînê ye" şahiyek hat organîzekirin. Bi sedan kes tevlî şahiyê bûn. Jinên ku tevli şahiyê bûn ji ajansa me re axivîn.
 
Mamosteya bi navê Berîvan Cinêd axivî û wiha got: "Wekî jinên ciwanên Êzidî li şahiya vejîna Çarşema Sor amade bûn. Em li Serok Apo û li Gelê Kurd tevahî û bi taybet civaka Êzidî pîroz dikin. Ev sala duyeme ku li derveyî Efrînê em cejna xwe pîroz dikin. Bila dijmin baş zanibe ku civaka Êzîdî nayê tunekirin, em bi hêvî ne sala nû em ê li Efrînê cejna xwe pîroz bikin."
 
'Li xwedî civaka Êzidiyan derketin'
 
Her wiha mamosteya olî Meryem Cindo jî li ser Cejna Çarşema Nîsanê wiha nêrînên xwe anî ziman: "Cejina Çarşema Nîsanê sersala gelê Êzîdiye. Bi çêbûna gerdûnê û xwezayê ev cejin tê pîroz kirin. Dewleta Tirk êrîşeke pir dijwar li ser kantona Efrînê de anî, lê nikaribû îradeya gel bişkîne, niha em wekî gelê Efrînê û bi taybet gelê Êzidî me dev ji çalakiyên xwe bernedaye ev jî tê wateya dijmin nikare me tune bike, ji ber ku bi fikra Serok APO ya ku xwedî li civaka êzîdiyan derketî em dimeşin."
 
Meryem wiha domand: "Em hêka reng bi rengî boxaw ikin û wekî rengên xwezayê ji ber ku teşeya hêkan dişibe gerdûnê. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe cejna aştî û azadiyê ji gelê Kurd tevahî re, bi îradeya jinên Êzidî wê li Efrînê cejna xwe pîroz bikin."
 
Jina bi navê Henen Nesro jî ev tişt got:"Em Cejna Çarşema Nîsanê li hemû gelan pîroz dikin. Wekî dayîkên şehîdan wê berxwedaniyên xwe berdewam bikin heya vegera Efrînê û azadiya Serok Apo."
 
Edûlê Sîdo çarşema Nîsanê li civaka Êzidî pîroz kir û wiha got: "Em bi hêvî ne sala bê li Efrîn û di nav gelê xwe de cejna xwe pîroz bikin. Rêber Abdullah Ocalan xwedi li  Êzidiyan derket."